Li Şirnexa paytexta petrolê rafînerî tineye!

Serokê Navçeya Navend a Şirnexê yê HUDA PARê Huseyîn Uzen, bal kişand ku li Şirnexa ku rojê 81 hezar warîl petrol tê derxistin rafînerî tineye.
Uzen bibîrxist ku Şirnex di warê hilberîna petrolê de bûye navenda herî mezin a Tirkîyeyê, destnîşan kir ku heger rafînerê were çêkirin ew ê tenê ji senayîyê re feydeya wî tinebe; di heman demê de feydeya wî ji perwerdehî, bazirganî, bajarbûnî û îstîhdamê re jî hebe.
Huseyîn Uzen, diyar kir ku Şirnex di warê nifûsa ciwanan de bajara duyemîn e li Tirkîyeyê û ji ber ku ciwan li Şirnexê nikarin kar bibînin diçin derveyê bajêr dixebitin.
Huseyîn Uzen destnîşan kir ku ew wek HUDA PARê dixwazin ku bila li Şirnexê rafînerîyek were çêkirin û vekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
10emîn Hevdîtina Aliman, ku ji teref Yekîtiya Alim û Medreseyan (ITTIHADUL ULEMA) ve tê lidarxistin, bi beşdariya alim û akademîsyenên ji deverên cuda yên cîhanê, bi taybetî ji Herêma Kurdistanê, dê sibê li Dîyarbekirê pêk were.
HUDA PAR ji ber ku li Meclîsê pêşnûme qanûnek ku dê li Tirkîyeyê sîyonîstên xwedî hemwelatiyên dualî bihata darizandin, nehat nîqaşkirin, bertek nîşan da û ji bo ku pêşnûme bibe qanûn, kampanyayek da destpêkirin.
Li Seqeryayê di operasyoneke narkotîkê de, di lêgerîna otomobîlekê de 100 kîlo metamfetamîn hat desteserkirin û şikdarek jî hat binçavkirin.
Serokkomar Erdogan pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir