Li Stenbolê hişyariya qeşa û buzê hat dayîn
Hewaya sar a ji Balkanan hatiye, bûye sedema ku germahî di nav çend saetan de li Stenbolê bi awayekî berbiçav dakeve.
Li gorî pêşbîniyên meteorolojîk, germahiya herî bilind a îro li bajêr ew ê 9 pileya Celsius be, lê sibehê germahî ew ê li hinek deveran nêzîkî sifirê bibe.
Hewaya nerm a ku di rojên dawî de li Stenbolê hebû, cihê xwe da hewaya sar û baranî. Ji ber ku bayê başûr rêça xwe guherand, germahî bi lez daket û tevahiya rojê li bajêr hewaya sar wê hebe.
Li gorî daneyên MGMê, tê texmînkirin ku germahî roja Pêncşemê 26ê Mijdarê li seranserê bajêr dîsa bilind bibe û bigihîje 13 pileya Celsiusê.
Walîtiya Stenbolê jî hişyarî da welatiyan û diyar kir ku tê texmînkirin germahî 6 heta 8 pileyan ji normên demsalî kêmtir bibe. Hat ragihandin ku dibe ku sibê, bi taybetî li deverên bilind ên bajêr, qeşa û cemedeke sivik çêbibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîra berê ya Malbat û Polîtîkayên Civakî û Alîkara Serokê Giştî yê AK Partiyê Fatma Betûl Sayan Kaya, ku di çarçoveya lêpirsîna fonê de di 6ê Mijdarê de hatibû girtin, di roja 19emîn a girtîgehê de hat berdan. Derbarê Kaya de biryara tedbîra kontrola edlî ya bi şiklê hepsa malê hat dayîn.
Biryara PKKê ya eşkerekirina navên endamên xwe yên ku bi salan berê mirine, nîqaşên nû li ser dîroka çekdarî ya nîv-sedsalî ya rêxistinê derxistiye holê. Bi qasî navên ku hatine eşkerekirin, termên nepenî, cenazeyên ku nedane malbatên wan, gorên winda an jî cenazeyên ku di şikeftan de veşartî ne, û înfazên navxweyî yên di nav rêxistinê de, hemî li benda lêpirsînê ne.
Hat ragihandin ku PKK/KCK 14 stargehên din li Xakurk a Herêma Kurdistanê vala kiriye.