Li Stenbolê 132 kîlogram madeyên hişber hatin bidestxistin
Li navçeya Avcilar a Stenbolê di operasyoneke narkotîkê de 132 kîlo û 600 gram narkotîk hat bidestxistin û şikdarek jî hat binçavkirin.
Ekîbên Beşa Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Polêsan a Stenbolê di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo pêşîgirtina li firotina narkotîkan de, li navnîşaneke diyarkirî ya li Avcilarê operasyonek pêk anîn.
Di lêgerînên li navnîşanê de, bi tevahî 132 kîlogram û 600 gram cureyên cûda yên narkotîkê û 3 kîlogram û 600 gram madeyên hişber ên zêdekirî hatin bidestxistin.
Şikdarê ku di çarçoveya operasyonê de hatiye girtin, hatiye binçavkirin û hatiye ragihandin ku muameleyên şikdar li qereqola polêsan berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şêx Seîdê ku bi gotinên xwe yên "Ez natirsim ku li van sêdarên bêqiymet bêm daleqandin. Muheqqeq micadeleya min ji Xwedê û dînê wî ye." di 101emîn salvegera şehadeta xwe de tê yadkirin.
Mamosteyekî ku li Şirnexê di lihevketina du wesayîtan de bi giranî birîndar bûbû canê xwe ji dest da, sê kesên din jî birîndar bûn.
Ji bona ku agirê li herêma Ceddeya Berê ya Sêwregê ya navçeya Rezanê ya Dîyarbekirê derketiye û negihîje erdên çandiniyê yên ku nehatine çinîn, ekîbên ewlehiyê hatine seferber kirin.