Li Stenbolê wê "Meşa Mezin a Xezzeyê" bê lidarxistin

Di salvegera 15emîn a Mavi Marmarayê de bi piştgiriya gelek rêxistinên civaka sivîl ji bo azadiya Xezzeyê û Qudsê li Stenbolê meşek mezin tê lidarxistin.
Li gorî hejmarên fermî, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst de nêzîkî 55 hezar misilmanên Filistînî şehîd bûne û zêdetirî 120 hezar kes jî birîndar bûne an seqet mane.
Ji ber dorpêça ku ji teref rejima îşxalker ve hatiye sepandin, nêzîkî 2 milyon Filistînî li Xezzeyê bi birçîbûnê re rû bi rû ne, zarok jî ji ber birçîbûnîyê dimirin.
Bi pêşengiya IHH û bi piştgiriya gelek rêxistinên civaka sivîl, ji bona ku ji komkujiyan re bêjin raweste û ji bo azadiya Xezzeyê û Qudsê qîr bikin di salvegera Mavi Marmarayê de dê meşek mezin were lidarxistin.
Meşa ku dê roja Yekşemê 1ê Hezîranê saet 14:00an de li Mizgefta Fatihê dest pê bike, dê li Mizgefta Mezin a Ayasofyayê bi dawî bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Ebexa Wanê, du wesayît serî li serî li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Ji teref Karwana Hêvîyê ve berê li hinek bajaran wek Riha, Wan û Sêrtê projeya marketa civakê hatibû vekirin, ev proje li Stenbolê jî hat vekirin.
Li Dîyarbekirê mînîbûsa ku ragihanîya rêwîyên nav welat dikir ji nişkavde şewitî. Dema şewatê ji teref qemerayên telefonan ve hat qeydkirin.