Li Tokatê mînîbûs û ambûlans li hev qelibîn: 20 birîndar
Li navçeya Reşadîyeyê ya Tokatê ambûlansek ku diçû îxbarê û mînîbûseke rêwîyan li hev qelibîn. Di encamê de 3 jê tenduristvan 20 kes birîndar bûn.
Qeza li çarrêya Işikli ya ser rêya D-100ê ya navçeya Reşadîyeyê qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin ambûlansa ku di bin îdareya A.Y. de bû û diçû îxbarê li çarrê bi mînîbûsa rêwîyan a ku di bin îdareya C.K. de bû û ji Erzincanê ber bi Erbaayê ve diçû li hev qelibîn.
Di encama qezayê şofêrê ambûlansê A.Y. û tenduristvanên dinê Ş.L. û B.E. û şofêrê mînîbûsê C.K. û 16 rêwî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî tedawîyên wan ên ewil ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku rewşa her 20 birîndaran jî baş e.
Ji bo sedema qezayê tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karwanê Hêvîyê, di çarçoveya kampanyaya "Botek û Montek" a ku her sal li dar dixe de, bi hatina hewayên sar re li Dîyarbekirê alîkarîya cil û bergên zivistanê da zarokên hewcedar.
Li ser rêya bejahî ya di navbera navçeya Tetwan a Bedlîsê û Wanê de, li nêzî gundê Koyluca, di qezaya trafîkê de 13 kes birîndar bûn.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Şeybanî li Enqerê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin. Fîdan kêfxweşiya xwe ji beşdarên nû yên ku tevlî Peymana Mekkeyê bûne anî ziman.