Li ser rêya Riha-Wêranşarê du wesayît li hev qelibîn. Di encama qezayê de kesekî mir, 1 jê giran 5 kesan jî birîndar bûn.
Qeza, di seatên serê sibehê de li çarrêya Eyyûbîyeya ser rêya Riha-Wêranşarê pêk hat.
Li gorî îddîayan, du wesayîtên ku bi rê ve diçûn li hev qelibîn.
Welatîyên ku qezayê dîtin ji ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê re xeberê şîyandin. Ekîbên ku li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re hatin sewqkirin, 6 kesên ku di nav wesayîtê de asê mabûn xelas kirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewleta Wêranşarê re hatin rakirin.
Pîrekek yek ji birîndaran li nexweşxaneyê digel tamamê midexeleyan canê xwe ji dest da.
Hat hînbûn ku rewşa birîndarekî jî giran e.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di bihayên zêr de zêdebûn berdewam dike.
Narîn Gurana 8 salî ku piştî 19 rojan li newalê di nav çewalê de ceseda wê derket, li gundê xwe hat definkirin.
Li navçeya Goksuna Mereşê qamyon û wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Li navçeya Qosera Mêrdînê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 5 jê zarok 9 kes birîndar bûn.