Li Wan û Colemêrgê, 591 wargeh ji veguhestinê hatine qutkirin
Berfa zêde ya li Wan û Colemêrgê rêyên veguhastinê girtine û ekîbên paqijkirina berfê dest bi xebatê kirine. Rêya sereke ya Wan-Miksê ji bo trafîkê demkî hatiye girtin.
Berfa ku doh bi şev li navenda bajarê Wanê dest pê kir, îro sibê zêde bû. Ji ber berfê, rêya 569 wargehan hatiye qutkirin û ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî dest bi xebatê kirine.
Berfa ku piştî hişyariya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê dest pê kir, tesîreke xerab li ser jiyana rojane kir. Berfa navber di sibehê de zêde bû. Ji ber berfê, gihîştina 293 tax û 276 gundan niha ne mimkin e. Kûrahiya berfê li navenda bajêr gihîşt 15 santîmetre û li deverên bilind jî gihîşt 30 santîmetreyan.
Colemêrg
Ji ber barana berdewam a li navenda bajarê Colemêrg û navçeyên Qilaban û Elkê, rêya veguhastinê qut bû û rêyên 22 gundan ji bo trafîkê hatin girtin.
Li ser rêyên sereke, ekîbên Rêveberiya Herêmî ya Otobanan, li deverên gundan, ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê û li navendên bajar û navçeyan, ekîbên şaredariyê bi berdewamî xebatên paqijkirina berf û xwêkirinê dikin. Çar rêyên gundan li navenda bajêr, heft li navçeya Qilaban û yanzdeh li navçeya Elkê ji bo trafîkê girtî ne. Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê xebatên xwe yên paqijkirina rêyan didomînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber berfa zêde ya ku du roj in li Bedlîsê berdewam dike, li hinek rêyan wesayîtên giran ji trafîkê re hatine qedexekirin.
Berî ve 14 salan li gundên Bujeh û Roboskîya Qilebanê di bomberana balafirên şer de 34 gundîyên ku zarok jî di nav wan de hebûn canê xwe ji dest dabûn. Ji ser qetlîama Roboskîyê 14 sal derbas bûn, lê hêj kesên berpirsîyarê vê qetlîamê ne, nehatin dîtin.
Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ji bo polîtîkaya kîsikên plastîk ên bi pere, ku di sala 2019an de hatibû destpêkirin, rêziknameyek nû derxistiye.