Lijneya HUDA PARê gilîyên Ceryanê yên Dicleyê ji Wezîrê Enerjiyê Bayraktar re ragihandin

Lijneya HUDA PARê Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar ziyaret kir û pirsgirêkên têkildarî Ceryanê ya Dicleyê û giliyên welatiyan ji wan re ragihand.
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Entabê Şahzade Demir, Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Mersînê Faruk Dinç Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar ziyaret kirin. Di serdanê de li ser pêkanînên keyfî yên Dicle Ceryan û gazinên welatiyan hatin axaftin.
Şahzade Demîr, Wekîlê Serokê HUDA PARê û Parlamentera Entabê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê serdanê de wiha got:
“Me serdana Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî, Birêz Alparslan Bayraktar kir. Di vê serdanê de, me pirsgirêkên têkildarî DEDAŞê, pêkanînên wê yên keyfî û talûkeyên ku ji ber sazkirina trafoyên elektrîkê bêserûber li hewşên dibistanan çêdibin, ji wî re şîrove kirin. Her wiha me bi hezaran îmzeyên ku Gırık-Der li Silopiyê li dijî pêkanînên neqanûnî yên DEDAŞê berhev kiribûn, radestî wî kirin. Me gazinên ku welatiyên me dijîn bi wî re parve kirin.”
Hat hînbûn ku lijneya HUDA PARê daxwazên xwe yên ji bo çareseriyên qutbûna ceryanê ya demdirêj, fatûreya bêserûber û pirsgirêkên binesaziyê yên herêmê jî ji Wezîr Bayraktar re gihandine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Pêşbirka Sîyerê ya ku xelata Umreyê heye, kevneşopiyeke ku ji hêla Evîndarên Pêxember ve hatiye çêkirin, îsal bi heyecaneke mezin dest pê dike. Pêşbirk dê bi sed hezaran beşdaran ji seranserê Tirkiyeyê bikişîne û armanc dike ku jiyana mînakî ya Pêxemberê me bi nifşên nû bide nasîn.
Li Entabê di nav tirekî de lêgerîn hat kirin, di encama lêgerînê de 510 hezar hebên tiryakê hatin bidestxistin, derheqê bûyerê de şikdarek hat girtin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Rêveberiya Mafên Mirovan û Karûbarên Hiqûqî ya HUDA PARê di daxuyaniya xwe ya derbarê mirina gumanbar a Rojîn Kabaîşê de daxwaza lêpirsîneke bi tesîr û bêalî kir û destnîşan kir ku îddîayên ku vê dawiyê ji raya giştî re hatine kirin tirsnak in.