Meteorolojî ji bo 32 bajaran hişyarîya qoda zer da
Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, ji ber hewaya xerab a ku li seranserê welat tesîra xwe zêde kirîye ji bo roja Pêncşemê hişyarîya “qoda zer” li 32 bajaran kir.
Li gorî daneyên Meteorolojîyê tê texmînkirin ku li Marmara û Behra Reş bahoz û firtûne hebe, li bo bakur û Rojhilata Behra Spî jî baranek dijwar bibare.
Meteorolojîyê ji ber vê yekê welatîyan jî hişyar kir ku bila baldar û bitedbîr bin.
Bajarên ku tê texmînkirin barana dijwar bibare Çewlig, Mûş, Dêrsim, Wan, Dîyarbekir, Sêrt, derdorê Êlihê, Kinikan, Mereş, Hetay, Karabûk, Bartin, Zongildax û Kastamonû ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Xwedîdozvan Sabahatîn Alkanê ku ji ber xebatên xwe yên Îslamî di encama darizandina 28ê Sibatê de mecbûr ma ku çû hîcretê rehmet kir. Alkan jiyanek dirêj a zindanê kişand û dûre jî salên wî yên muhacirî dest pê kir û herî dawîn jî xeberek êş û elem hat.
Otobûseke şaredariyê ya ku li ser rêya Farqînê ya li Dîyarbekirê veguhestina rêwîyan pêk dianî, li ser rêyeke ku ji ber baranê şemitok bûbû qeza kir. Dema ku otobûs li dîwarê parastinê ket, herî kêm 7 rêwî birîndar bûn.
Li navçeya Kayapinar a Dîyarbekirê, di dema tevgerê de agir bi wesayîtekê ket û 2 kes birîndar bûn. Hewldanên vemirandina agir ji ber rijandina LPGê asteng bûn û rê ji trafîkê re hat girtin.