Nivîskarên Kovara Banga Heq Serdana Federasyona Eşîrên Kevnar dikin

Nivîskarên kovara Banga Heq a bi zimanê Kurdî, li Wanê serdaneke watedar li Federasyona Eşîrên Kevnar kirin.
Di serdana Wanê de, nivîskarên kovara Banga Heq ji teref Serokê Federasyona Eşîrên Kevnare (KAF) Rasim Aslan ve hatin pêşwazîkirin.
Di dema serdanê de, nîqaşeke berfireh li ser fonksiyonên eşîran, ku yek ji avahiyên civakî yên girîng ên civaka herêmî ne, rola wan di hevgirtina civakî de û çalakiyên federasyonê hate kirin.
Alîyan, bi balkişandina ser avahiya dîrokî û çandî ya eşîrên herêmê, li ser hewldanên axa û mêrên rîspî ji bo damezrandina aştiyê di civakê de û yekkirina mirovan li dora qencîyê nîqaş kirin.
Xebatên Federasyona Eşîrên Kevnar di vî warî de, armancên wê û tiştên ku di pêşerojê de dixwaze bike hatin nîqaşkirin.
Nivîskarê Banga Heq Mahmut Kilinç di dema serdanê de axivî û derbarê "Bernameya Eşîran" a li ser Rehber TV, ku ew jî pêşkêşvanê wê ye, agahî da û diyar kir ku armanca bernameyê ew e ku rola eşîran di civakê de çêtir were ravekirin.
Kilinç diyar kir ku ew dixwazin bernameyeke bi vî rengî bi Federasyona Eşîrên Kevnar re jî pêk bînin.
Rayedarên federasyonê vê pêşniyarê erênî dîtin û diyar kirin ku ew amade ne bi hewldanên hevbeş beşdarî nirxên civakî yên herêmê bibin.
Serdan bi peyamên niyeta baş a dualî bi dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisê hat lidarxistin de got, "Meşa Wijdanê ya Cîhanî divê wekî lehiyê mezin bibe û divê her kes ji welatên cuda yên cîhanê piştgiriyê bide vê meşê. Divê nûnerên gel piştgiriyê bidinê. Divê parlamenter û wekîlên li welatan piştgiriyê bidin vê meşa wijdanê."
Îmtîhana Saziyên Xwendina Bilind (YKS), ku ji bo ketina zanîngehê îmtîhanek girîng e, îro bi Testa Jêhatîbûna Bingehîn dest pê dike. Namzed ew ê sibê Testa Jêhatîbûna Meydanê û Testa Zimanê Biyanî bidin. Encam jî wê di 28ê Tîrmehê de werin eşkerekirin.
Li peravên Behra Egeyê, di mezinahîya 4.8an de erdhejek hat qeydkirin.