Parlamenter Demîr beşdarî xebatên lêgerîna Onurcanê ku ev bû 6 roj e winda ye bû

Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, ji bona ku beşdarî xebatên lêgerîna Onurcan Ozdemîr ku li navçeya Keleya Entabê ev bû 6 roj in winda bûbû bibe çû gûndê Hasanogluyê.
Onurcan Ozdemîr li gundê Hasanogluya navçeya Keleya Entabê bi tevî malbata xwe di baxçeya fistiqan de dixebitîya winda bû, Parlamenter Demîr jî beşdarî xebatên lêgerînê bû û ji rayedaran agahîyan stand, bi bavê Onurcan re jî wext derbas kir û wî gohdar kir.
“Hemû îmkanên teknolojîkî hatine seferberkirin”
Demîr îfade kir ku di xebatan de wesayîtên hewayê jî têne bikaranîtin, “Em li gundê Hasanogluyê bi tevî muxtar in. Em ji bona ku xebatan binêrin û rewş niha di çi merhaleyê de bibînin hatine li vê derê. Em bi bavê Onurcan re jî axivîn. Hinek di maseya krîza AFADê de xebitîn. Mixabin heta niha ji onurcan tu xeberek tineye. Alîyê ku em pê xemgîn dibin jî ev e. Hemû kes li vê derê ye û ji bo dîtina Onurcan dixebitin. Xeberekî ku tiştekî hatîye ser serê wî jî tineye, ev jî kêfa me tîne. Tiştê ku min dît ev e ku hemû îmkan hatine seferberkirin. ÎHA, SÎHA kameratên termal yanê hemû îmkanên teknolojîkî hatine seferberkirin.”
“Hêvîya me ew e ku bila sax û salim bê dîtin”
Parlamenter Demîr bavê Onurcan jî gohdar kir û got, “Çemê Firatê 1.7 kîlometre dûrê cîhê ku Onurcan winda bûye ye. Avê li wê derê jî hatîye qutkirin, ekîbên ku di binê avê de dixebitin jî micadele dikin û kuçikên lêgerînê jî hene. Yanê tiştê ku min dît di xebatê de tiştekî kêm nîne hemd ji Xwedê re. Di vî warî de ez sipasîyên xwe ji Walî re dikim. Daxwazîya me ev e ku di nav hemû van xebatan de Onurcanê me bê dîtin. Malbata wî jî weka ku hûn jî texmîn dikin perîşan in. Alîkarîyê dixwazin. Ev jî rewşekî ku ji fitratê tê ye. ji xwe hemû kes xwe seferber kirîye. Me ji muxtar jî agahîyan girt. Muxtar jî got hemû gundî û cîranên derdorê jî beşdarî xebatan bûne. Em ji Xwedê re dua dikin ku bila Onurxan bi sax û selametî bê dîtin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Bîrecîkê ya Rihayê qezaya trafîkê çêbû, karmendê şaredariyê MD yê ku li motorsîkletê siwar dibû canê xwe ji dest da.
Li navçeya Artukluya Mêrdînê Zeynep Acara 7 salî, duçarî êrîşa 3 kuçikên beredayî bû.
ÎTTÎHADUL ULEMA di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de pêşniyarên girîng da û banga yekîtî û hevgirtinê kir.
Li navçeya Palo ya Xarpêtê, kesekî ku ji bo lêgerîna hingiv çûbû çiyê canê xwe ji dest da.