Pispor balê dikişînin ser qerebalixiya vê dawiyê ya li nexweşxaneyan, pispor dibêjin ku sedema herî mezin a belavbûna bilez a ku nexweşîyên şobê derdorên qelebalix in.
Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê Pisporê Nexweşîyên Sîngê Prof. Dr. Abdurrahman Şenyîgît der barê nexweşîyên şobê yên di van demên dawîn de zêde bûne de daxuyanî da û got ku mirovên ji 65 salî mezintir û zarok di bin talûkeyê de ne. Şenyîgît; bal kişand ser nîşanên şobê û şîret li nexweşên bi nexweşîyên kronîk, şekir, tansîyon, astim û bronşîtê kir ku ji derdorên qelebalix dûr bimînin.
Şenyîgît, diyar kir ku nexweşîyên nefesê zûtir belav dibin û diyar kir ku ji bo xweparastina ji vîrusan lazim e maske bidin ber dev û pozên xwe û ji derdorên qelebalix dûr bisekinin.
Şenyîgît weha got, "Nêzîkî mehekê ye şobekî heye. Ev nexweşîn zêdetir di nav zarok û kal û pîran de tê dîtin. Ev mîkrob ne mîkrobeke nû ye. Ji ber vê yekê ev mîkrob çima 2 sal berê tunebû niha heye? 2 sal berê me maske dida ber dev û pozê xwe. Ji ber vê yekê ew belav nedibû. Tenê nexweşîna Covid-19 hebû û nexweşîyên din ên enfeksîyonê tune bûn, lê niha dema em lê dinêrin vîrusên kevin dîsa hatin. Çawa? Vîrusên wekî Covid-19 hene, lê ev mîkrob naha zêdetir belav dibin çîmkî em maskeyan nadin ber devê xwe, em diçin cihên qelebalix û ji ber ku em xwe naparêzin ew jî zêde dibin."
"Zarok û kesên ji 65 salî mezintir dibin rîskên mezin derdixin holê"
Şenyîgît destnîşan kir ku divê mirozên ku ji 65 salî mezintir in bê maske dernekevin derve û nekevin nav qelebalixîyê, “Tesîra van vîrûsan zêdetir e. Di navbera 6-8 hefteyan de diguhere. Kuxik derbas nabe. Di hinek nexweşan de êşa zik, sing û emelê derdikeve holê. Divê em xwe biparêzin. Dermanê nexweşîyan ew e ku em xwe biparêzin, ger nexweşîyek we ya kronîk, şekir, tansiyona bilind, astim, bronşît hebe, neçin cihên qelebalix, li wan cîhan xwe dûr bikin, dema ku hûn diçin hawîrdorek qelebalix maskeya xwe bidin ber devê xwe. Dema ku zarok jî nexweş bikevin wan neşînin mektebê. Çîmkî dema ku diçin dibistanê dibe ku zarokên dinê jî nexweş bikin. Ji ber vê yekê bila hefteyekî li malê bêhna xwe bidin.”
Şenyîgît bal kişand ku ev cure vîrus ne vîrusên nû ne û destnîşan kir ku ji bo nexweşên ku bi şobê ketine divê bêhna xwe bidin û tiştên vîtamîn wek vîtamînên C yê bixwin.
"Tedawîya vîrusan parastina xwe ye"
Şenyîgît bal li ser di bikaranîna antîbiyotîkan de xeletîyên dê û bavan kişand û hişyariyên girîng da dêûbavan û di dawîya axavtina xwe de weha got:
"Em ji nexweşên xwe yên ku bi gilî û gazincên bi vî rengî tên cem me re heta ku taya wan pir zêde nebe antîbiyotîkan nadin. Em dibêjin 'herin li malê bêhna xwe bidin, fêkî bixwin, gelek vîtamînên C bistînin û bêhna xwe bidin'. Lê heke taya wan hebe û ji 38 pileyî û jortir e be, em antîbiyotîkan didin wan. Em di bikaranîna antîbiyotîkê de jî gelek xeletîyan dikin. Mînak dema zarokek 7 salî 37 pileyî taya wî hebe dê û bav yekser antîbiyotîkê didin wî. Tesîra antîbiyotîkan a li ser vîrusan tune ye. Nexweşên ku bi vê şobê ketine divê hefteyekî li malê bêhna xwe bidin, dernekevin derve û zêde avê vexwin. Ev vîrus nabin sedema nexweşiyên din, lê yên ku nexweşên qansêrê ne an jî nexweşiyên wan giran in, nexweşîyan wan girantir derbas dibe." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç li avahiya parêzgehê ya partiya xwe bi welatiyan re hat cem hev û gohdarîya daxwaz û pirsgirêkên wan kir.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclîsa Şûra yê HAMASê Muhammed Dervîş û lijneya HAMASê di Kullîyeya Serokkomarîyê de qebûl kir.
Li navçeya Pamukkaleya Denîzlîyê mîdîbûsa karkeran qelibî, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.
Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn, îfade kir ku divê Kurdî li Tirkîyeyê bibe zimanê fermî.