Saglamê Wekîlê Serokê Giştîyê HUDA PARê: Heta meseleya Kurd çareser bibe emê bixebitin

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di axaftina xwe ya ku di dawiya Komxebata Çareseriya Însanî ya ji bo Meseleya Kurd re kir de got, "Bi van gotinên îro ev mesele xilas nabe, lê ger gava duyemîn an sêyemîn jî hebe û xebatên din bên kirin em ê biaxivin, bixebitin, gelê xwe bînin cem hev û heta ku em bigihin çareseriyê em ê hevdu hembêz bikin."
Li Diyarbekirê "Komxebata Çareseriya Însanî ya ji bo Meseleya Kurd" a HUDA PARê ya ku li ser mijarên dîrokî, civakî û siyasî yên pirsgirêka kurd hat nirxandin.
Di dawiya komxebata ku 2 roj û 4 rûniştin pêk hat de Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam axavtina spasiyê kir.
Saglam, da zanîn ku ev du roj in li ser mijara herî girîng, herî bi êş, ya ku herî zêde birînên Tirkiyeyê vedihewîne, hewl didin biaxivin û got, "Me hewl da ku di destpêka bernameyê de vê yekê îfade bikin. Heya ku behsa vê meseleyê tê kirin, pirsgirêk heye. Em du rojan li ser vê meseleyê axivîn, nîqaş kirin û gotar pêşkêş kirin. Di heman demê de mêvanên me û beşdarên din ên li salonê, hem di civînên maseya dorveger de, hem jî li ser sehnê û ji kursîyê heta bi mîkrofonê nêrînên xwe li ser vê mijarê anîn ziman.
Gelek hevalên me yên beşdar bi taybetî bal kişandin ser van. Ew ê li vir nemîne, îînşallah emê vana di pirtûkek de berhev bikin û hewl bidin ku wan bigihînin kesên din ên li welêt ên ku ne li vir in û rasterast peyama me li vir nabêjin. Lê wek hûn jî dizanin HUDA PAR partiyeke siyasî ye û îdareya dewletekêne destê me de ye. Bi rastî divê kesên xwedî otorîte li ser mijarên li vir û meseleyên li vir hatine nîqaşkirin biaxivin. Kesên ku di pozîsyona çareserkirina vê pirsgirêkê de ne, divê biaxivin. Û em dibêjin heta ku kesên ku divê vê pirsê çareser bikin neaxivin em ê biaxivin.
“Van mijaran bêyî kulm û çekên ber bi hev ve zivirî jî tên axaftin”
Saglam gotinên xwe wisa domand:
“Xala duyemîn a ku em dixwazin bînin ziman jî ev e ku ji gelek beşên civakê, nûnerên rêxistinên sivîl ên cuda axivîn û nêrînên xwe anîn ziman. Em hemû bûne şahid ku kesên ku di warê cîhanbîniyê de bi tevahî bi hev re ne lihevhatî ne, dikarin pir bi hêsanî, bê şer, bêyî ku kulmek li hev bixin, bê heqaret û tinazên xwe li ser vê pirsê biaxivin. Ev tê wê wateyê ku em dikarin biaxivin, yanî heke bê xwestni ev mijar bi rastî çareserî ne û yên ku dixwazin xebatên çareseriyê bikin dikarin li ser biaxivin. Bi gotineke din, Van mijaran bêyî kulm û çekên ber bi hev ve zivirî jî tên axaftin. Înşallah em ê bi vî awayî li ser vê yekê biaxivin û wekî me di destpêkê de got, ev pêvajoyek e. Îcar bi van sohbetên îroyîn ev mesele xilas nabe, mixabin xilas nabe, lê ger gava duyemîn an sêyem û xebatek din bê kirin ev e; Înşallah heta ku em bigihin çareseriyê em ê biaxivin, bixebitin, gelê xwe bînin cem hev û hev hembêz bikin.
Saglam di dawîya axatina xwe de teşekkurî kesên beşdarî bûne kir û got, “Ez careke din akademîsyen, zana, siyasetmedar û saziyên sivîl ên hêja yên ku ji çar aliyên welêt hatine, ji dil û can pîroz dikim. Wan du rojan bi sebir li gotarên ku li vir hatin pêşkêşkirin guhdarî kirin û nêrînên xwe anîn ziman. Înşallah ev winda nebûne, em ê li vê dinyayê di defterekê de binivîsin, di dîrokê de binivîsin, lê em hêvîdar in ku ev yek di xelata me ya axretê de wekî xêrxwazî were nivîsandin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin li gelek bajaran ji perwerdehîyên ku di dawîya heftîyê tên dayîn re navber hat dayîn.
Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Batmanê Serkan Ramanli li Meclîsê civîna medyayê li dar xist. Ramanli di beyanata ku da de got: “Em dixwazin meseleya Kurd bê çareser kirin. Kemalîzm sebeba meseleya Kurde, lewra Kemalîzm birayê Apoîzmê ye.”
Parlementerê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di civîna çapemenîyê ya ku li meclîsê tertîp kir de derbarê rojevê de nirxandinan kir.
Hat ragihandin ji ber berf û bagera ku tesîra xwe didomîne Stenbol jî di nav de li 26 bajaran mekteb ji bo rojekê hatin tatîlkirin.