Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Hewlêra paytexta Kurdistana Başûr partîyên siyaî yên bi navê Bizutnewey Îslamî li Kurdistan, Yekgirtû, Cepheya Tirkmen a Iraqê û Komela Dadgerîyê ya Kurdistanê ziyaret kir.
Yapicioglu û heyeta pê re bi dorê Rêberê Bizutnewey Îslamî li Kurdistan Şêx Îrfan Abdulazîz, Lîderê Yekgirtû Salahaddîn Bahaeddîn, Serokê Komela Dadgerîyê ya Kurdistanê Alî Bapîr û Endamê Buroya Sîyasî Aydın Maruf û her wisa Erman Topçuyê Serkonsola Erbîlê yê Tirkîyê ziyaret kir.
Di ziyaretên ku hatin kirin de zilm û zordarîya ku li Xezzeyê berdewam dike, hilbijartinên ku dê li Kurdistanê bên kirin, geşedanên di navbera Tirkîye-Bexda – Hewlêrê de hatin gotûbêjkirin.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HUDA PARê bi wesîleya salvegera Darbeya 12ê Îlonê peyamek weşand û ev wisa got, “Dema ku darbekarên 12ê Îlonê di danezana xwe de li dijî kevneparêzan şer îlan kirin, Piştî dîmenên serpêlan şûr dikişandin, ji teref hezkiriyên derbeyê hedefkirina terîqetan, nîşan dide ku zîhniyeta faşîst a 12ê Îlonê dewam dike.”
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro danê sibê li Balefirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya Mesûd Pizîşkiyan Serok Komarê Îslamî ya Îranê û şanda pê ra kir.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan, li Hewlêrê bi Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinê kir.
Bi beşdarbûna zarokên ku ji teref Koordînatortîya Êlihê yê Platforma Nesla Quranê ve di çarçoveya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” de perwerdehîya nimêjê hatibû dayîn û ew perwerdehî dawî bû, ew ê di 15ê Îlonê de bernameya fînalê bê tertîpkirin.