Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, Serokê Giştî yê Komela Dadgerî Bapîr qebûl kir
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li navenda giştî ya partîya xwe Serokê Giştî yê Partîya Komela Dadwerî ya Kurdistanê Alî Bapîr kir mêvan.
“Ez hêvî dikim ku ev zîyaret di navbera herdu partîyan de bibe pêşveçûna têkilîyan”
Herdu serok jî di nav hevdîtineke samîmî de ji çapemenîyê re daxuyanîyeke hevpar dan.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, “Serokê Komeleya Dadgerî yê Kurdistanê Birêz Alî Bapîr me li Navenda me ya Giştî zîyaret kir. Ez li hember cemaeta hazir cardin ji şexsê wî û lijneya wî re dîbêjim ku hûn bixêr hatin. Ji ber ev zîyareta wan a rûmet ji wan re sipas dikim. Ez hêvî dikim ku ev zîyaret di navbera herdu partîyan de bibe wesîleya pêşveçûna têkilîyan.”
“Gelê Kurdistana Bakûr mihtacê bername û mîsyona ku HUDA PARê nîşan dide û girtîye ser stûyê xwe ye”
Serokê Giştî yê Partîya Komela Dadwerî ya Kurdistanê Alî Bapîr, kêfxweşîya xwe ya ku ji zîyaretê bidestxistîye pêşkêş kir û got, “Ez hêvî dikim ku HUDA PAR roj biroj pêşve biçe û qewettir bibe. Gelê Kurdistana Bakûr mihtacê bername û mîsyona ku HUDA PARê nîşan dide û girtîye ser stûyê xwe ye. Îslam, hem dîrok, hem çand û hem jî jiyana me ye. Hemî fikrên xeynêîslamê ne li gorî Kurdan e. Ez hêvî dikim ku hemî gelê Kurdistanê dîsa vegere ser eslê xwe. Girînge ku Kurd bi esasên îman û îslamê re bi qewet girêdayîbin. Bi taybetî jî niha di nav Kurdan de tovên laîktîyê hatîye avêtin û ji ber vê yekê cudahîyên bi partîtî derketine holê, dawîbûna vê cudahîyê jî gelek girîng e.”
“Gelê me, gelek mihtacê nasnameya ku di nav de aştî û biratî de heye ye”
Bapîr îfade kir ew armanc dikin ku têkilîyên xwe yên bi HUDA PARê re pêşve bibin, “Gelê me, gelek mihtacê nasnameya ku di nav de aştî û biratî de heye ye. Serokê Giştî Birêz Yapicioglu, di nav komîsyona ku ji bo li bakurê Kurdistanê aştî pêk were hatîye damezrandin de ye. Ez dixwazim ku ev pêvajoya aştîyê bi serfirazî encam bibe û hêvî dikim ku herdu alî jî nêzê hev bibin û ji hev re ewlehîyê bidin. Hemî gelê Tirkîyeyê hem bi Kurdan hem jî bi Tirkan mihtac in ku ev pêvajo bi serfirazî encam bibe. Divê xelkên Rojhilat, Rojava û Başûr jî piştgirîyê bidin vê pêvajoyê. Xwedê weha emir dike, ‘Bibêje Ey ehlê kitêb werin ser soza muşterek a ku di navbera me û we de ye.’ Yanê em, divê lazim e ku bi wan kesên ku ne ji me ne re jî li ser gotineke hevpar werin cem hev.”
Bapîr, ji ber mazûvanîyê ji Yapicioglu û lijneya wî re sipasîyan kir û axavtina xwe dawî kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr di daxuyaniya xwe ya derbarê şerê navxweyî yê li Sûdanê de diyar kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) li ser navê hêzên derve tevdigerin û êrîşên li dijî sivîlan sûcên şer in.
Li Gebzeya Qocaelîyê avahîyekî 7 qatî hilweşîya, di encamê xebatan de cenazeya dê û bav jî hat dîtin, bi tevî vêya hejmarê wefatîyan derket 4 kesan.
Li navçeya Gebze ya Qocaeliyê avahiyek heft qatî hilweşiya. Waliyê Qocaeliyê Îlhamî Aktaş ragihand ku malbatek ji pênc kesan di hundirê avahiyê de ye. Lêkolînan eşkere kir ku du kes mirine. Hewldanên ji bo dîtina endamên din ên malbatê berdewam dikin.