Li Qocaeliyê di avahiya hilweşiyayî de xebat hêj berdewam dike
Li navçeya Gebze ya Qocaeliyê avahiyek heft qatî hilweşiya. Waliyê Qocaeliyê Îlhamî Aktaş ragihand ku malbatek ji pênc kesan di hundirê avahiyê de ye. Lêkolînan eşkere kir ku du kes mirine. Hewldanên ji bo dîtina endamên din ên malbatê berdewam dikin.
Li navçeya Gebze ya Qocaeliyê, avahiyek heft qatî di derdora saet 7:30an de ji ber sedemek nediyar hilweşiya.
Waliyê Kocaeliyê Îlhamî Aktaş ragihand ku malbateke ji pênc kesan pêk tê, ku dayik, bav û sê zarok jî di nav de ne, di bin xirbeyên avahiyê de asê mane.
Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de, cenazeyê yek ji zarokan hate dîtin. Tê bawerkirin ku zarokê mirî Emir Bilir e.
Hat ragihandin ku ekîb gihîştine qata ku malbat lê bû û dengê jinekê ji bin xirbeyan hatiye bihîstin.
Di çend xulekan de, hate ragihandin ku cenazeyê kesekî din jî ji bin xirbeyan hatiye derxistin.
Li herêma ku 627 personel lê dixebitin, xebatên rizgarkirina sê kesên di bin kavilan de asê mane berdewam dikin.
Her çend car caran li herêmê bêdengî tê xwestin jî, bi alavên hessas hewlên guhdarîkirinê tên dayîn.
Tedbîrên ewlehiyê li herêmê gihîştine asta herî bilind. Neh avahiyên derdorê wekî tedbîr hatine mohrkirin.
Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê hem di avahiya hilweşiyayî de û hem jî li derdora wê xebata xwe didomînin.
Li gorî daxuyaniyan, berî bûyerê derbarê avahiyê de ti raporên xerab ji rayedarên peywendîdar re nehatine şandin.
Hat hînbûn ku li qata jêrîn a avahiya apartmanan, ku di sala 2012an de hatiye çêkirin û di sala 2013an de destûra îskanê wergirtiye, dermanxaneyek hebû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karwana Hêvîyê ku alîkarîyên xwe yên piştî 7ê Cotmehê, di Tofana Eqsayê de, zêde kirîye, ji şîva germ, heta alîkarîya neqdî, ji konan heta alîkarîya tenduristîyê di gelek warî de bi qasî 192 Lîreyî ji Xezzeyê re bû hêvî.
Li navçeya Gulnara Mêrsînê mînîbûsa ku karker di nav de bûn û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Çinara Dîyarbekirê wesayîtek ku di rêya xwe de diçû ji nişkav de agir pê ket, di encamê de wesayît bû wek xwelîyê.