Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclîsa Şûra yê HAMASê Muhammed Dervîş û lijneya HAMASê di Kullîyeya Serokkomarîyê de qebûl kir.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, lijneya HAMASê di Kulîyyeya Serokkomarîyê de qebûl kir.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Ragihandina Serokkomarîyê ve hat belavkirin, di qebûla ku li Kullîyeya Serokkomarîyê hat kirin de, pêvajoya agirbesta li Xezzeyê û meseleyên li Filistînê hatin gotûbejkirin.
Erdogan, destnîşan kir ku micadeleya HAMASê ku 471 roj berxwe dane, carekî dinê jî nîşanê me daye ku ew ê rihê berxwedanê winda nebe.
Serokkomar Erdogan, diyar kir ku ew ê qalkirina rastîyên li Xezzeyê û destekdayînê bidomîne, daxwaz kir ku bila merhaleyên duyemîn û sêyemîn a agirbestê jî bi serfirazî temam bibe.
Di qebûlê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandina Serokkomarîyê Fahrettîn Altun, Serşêwirmendê Ewlehî û Polîtîkayên Derve yê Serokkomarîyê Akîf Çagatay Kiliç û Midûrê Qelema Taybet yê Serokkomatîyê Hasan Dogan jî hebûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç li avahiya parêzgehê ya partiya xwe bi welatiyan re hat cem hev û gohdarîya daxwaz û pirsgirêkên wan kir.
Li navçeya Pamukkaleya Denîzlîyê mîdîbûsa karkeran qelibî, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.
Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn, îfade kir ku divê Kurdî li Tirkîyeyê bibe zimanê fermî.