Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan, li Hewlêrê bi Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinê kir.
Pezeşkîyan, di çarçoveya zîyaretên xwe yên li Iraqê de li Herêma Kurdistanê bi Barzanî re hat cem hev.
Di hevdîtina ku li ser meseleyên Iraq û herêmî de gotûbejan hat kirin de, bal hat kişandin ku bila koordînasyona sîyasî, aborî û çandî ya di navbera Komarîya Îslam a Îranê û Herêma Kurdistanê de heye bê pêşvebirin.
Hat destnîşankirin ku Pezeşkîyan di vê hevdîtinê de Barzanî bi fermî dawetî Îranê kir.
Serokkomar Pezeşkîyan û rayedarên paye bilind ên Îranê, dema ku hatin Hewlêrê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re ketin nav civînekî.
Pezeşkîyan vê sibe çû Hewlêrê û ji teref Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve li balafirgehê hatibû pêşwazîkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HUDA PARê bi wesîleya salvegera Darbeya 12ê Îlonê peyamek weşand û ev wisa got, “Dema ku darbekarên 12ê Îlonê di danezana xwe de li dijî kevneparêzan şer îlan kirin, Piştî dîmenên serpêlan şûr dikişandin, ji teref hezkiriyên derbeyê hedefkirina terîqetan, nîşan dide ku zîhniyeta faşîst a 12ê Îlonê dewam dike.”
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro danê sibê li Balefirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya Mesûd Pizîşkiyan Serok Komarê Îslamî ya Îranê û şanda pê ra kir.
Bi beşdarbûna zarokên ku ji teref Koordînatortîya Êlihê yê Platforma Nesla Quranê ve di çarçoveya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” de perwerdehîya nimêjê hatibû dayîn û ew perwerdehî dawî bû, ew ê di 15ê Îlonê de bernameya fînalê bê tertîpkirin.