Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan tê Tirkîyeyê

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan wê di 20ê Hezîranê de Tirkîyeyê zîyaret bike.
Serokê Ragihanîyê Fahrettîn Altun, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan, wê di 20ê Hezîranê de ji Tirkîyeyê re zîyareteke xebatê bike.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ew ê Serokkomar Erdogan wê li Stenbolê Paşînyan pêşwazî bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr got, "Divê di navbera Tirkîye, Îran û Pakistanê de peymanek stratejîk û yekîtîya hêzê were damezrandin! Ev yekîtî ne tenê ewlehîya herêmî di nav xwe de nehewîne; di heman demê de ew ê îrade, rûmet û serxwebûna alema Îslamê ya ji bo diyarkirina pêşeroja xwe eşkere bike."
Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, behsa êrîşên sîyonîstên terorîst ên li ser Îranê kir û got, "Hemû saziyên me ji bo tesîrên muhtemel ên van êrîşan li ser Tirkiyeyê hişyar in. Em ji bo her rewşek xerab amade ne. Em ji bo her senaryoyekê amade ne."
Parlamentera Entabê ya HUDA PARê Şahzade Demîr di axaftina xwe ya li Meclisê de êrîşên li dijî Îranê şermezar kir û diyar kir ku geşedanên li Îran û Lubnanê ji bo hemû welatên herêmê hişyariyek e.