Li ser rêya Mêrdîn-Qoserê serwîsekî febrîqeyê û tirekî li hev qelibîn, di encama qezayê de 13 kesan birîndar bûn.
Qeza, li alîyê Şaredarîya Bajara Mezin a Taxa Îstasyonê ku girêdayê navçeya Artukluyê ye pêk hat.
Li gorî agahîyan tirekî bi plaqeya 33 DRD 66 ya ku navê şofêrê wî nehat hînbûn û serwîsekî bi plaqeya 06 JRT 45 ya ku aîdê Herêma Senayîya Organîzeyê ye li hev qelibîn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de 13 kes birîndar bûn.
Mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Stenbolê, di nav 24 seatên dawîn de 11 kesan ji ber jehrê/eraqê canê xwe ji dest dan.
Li navçeya Akhîsara Manîsayê du serwîsa karkeran li hev qelibîn, di encama qezayê de 35 karker birîndar bûn.
Zêdebûna fîyetên tîpan ku di van demên dawîn de gelek zêdetir bûye ji teref welatîyên feqîr ve dibe sedema bertekan.