Tevgera Ciwanî û Dawetê li navçeya Kayapinarê şaxek vekir
Tevgera Ciwanî û Dawetê, ku li ser bingeha prensîba vejandina ciwanan li dijî projeyên hilweşîner hatiye damezrandin, ew ê bi rêya şaxa xwe ya Kayapinarê xizmetê ji ciwanên navçeyê re bike.
Tevgera Ciwanî û Dawetê, ku li gelek taxan kar dike, merasîma vekirina şaxa xwe ya herî nû li navçeya Kayapinarê li dar xist.
Şaxa nû ya Tevgera Ciwanî û Dawetê li Kolana 345emîn a navçeya Kayapinar a Dîyarbekirê deriyên xwe vekir. Merasîma vekirinê bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.
Fatih Varol, berdevkê Tevgera Ciwanî û Dawetê, di axaftina xwe ya pêşwazîkirin û spasdariyê de di merasîma vekirinê de diyar kir ku navenda ku ew vedikin ne tenê avahiyek e, lê bi armanca belavkirina qenciyê, gihîştina ciwanan û qezenckirina razîbûna Xwedê hatiye damezrandin.

Piştî merasîma birîna zincîrê ku wek qurdeleyek hat jêkirin, ji ciwan û mêvanên ku ketin salonê re xwarin hat pêşkêş kirin.
Mêvanan gelek deverên wekî kantîna ku xwarin lê têne kirîn, hola semîneran ku sohbet û bername lê têne lidarxistin, qada lîstikan ku ciwan dikarin di dema xwe ya vala de kêfê bikin û baxçe geriyan; her wiha xwestek û armancên xwe parve kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Agirê ku li gundê Qirtê ya navçeya Rezan a Dîyarbekirê li zevîyeke genim derket, ji ber bayê zû belavî devera niştecihbûnê bû. Gelek deverên çandinî bûn xwelî.
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, di lêkolînên ku bi dronên bi hêza sûnî ve hatine kirin de 62 trafoyên bêqeyd û neqanûnî yên ku bi tevahî hêza wan 7.820 KVA ye hatin dîtin.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê wesayîtek ji rê derket û teqle avêt, di encama qezayê de kesek birîndar bû.
Weqfa Evîndarên Pêxember di peyamekê ku bi minasebeta Roja Aşûrayê hatiye parvekirin de, bal li ser komkujî û qirkirina li Xezzeyê ya berdewam kişand û vê wehşetê jî wekî Kerbelayeke roja îroyîn bi nav kir.