Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Mêrsînê Faruk Dînç ji bo felaketa şewata li Kartalkayaya Bolûyê teftîş bike çû Bolûyê. Dînç û heyeta pê re birîndaran jî ziyaret kirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Mêrsînê Faruk Dînç, Endamê Lijneya Îdareya Giştî Ahmet Karaaslan û lijneya pê re ji bo ku karesata şewata li Kartalkayayê li cihê bûyerê lêkolîn bikin hatin Bolûyê.
Dînç ku li ber otêlê ji rayedarên AFADê agahî girt, li vir daxuyanî da û ji bo kesên di karesata şewatê de canê xwe ji dest dane rehma Xwedê, ji xizmên wan re jî sebir û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwest.
Dînç weha got, "Me li vir bi rayedaran re jî hevdîtin kir. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn. Cenderme lêpirsîna sûcê dike. Êşa me mezin e. Kî li vir îhmal bike bila bê cezakirin. Derenceyên Şewat heye an na? Dedektorên dûman heye an na? An jî dişxulin? Divê ev yek bi yek bên lêkolînkirin û lêkolîn li ser vê yekê bê kirin. Hêvîdar im ku tedbîrên hewce bên girtin ku rewş û karesatên bi vî rengî çênebin?"
Dînç pişt re welatîyên di karesata şewata li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Îzzet Baysalê de birîndar bûn ziyaret kir û der barê rewşa birîndaran de ji serdoxtor agahî girt.
Dînç piştî ji nexweşxaneyê derket ji rojnamevanan re axivî û got, “Em hatin serdana welatiyên xwe yên birîndar. Niha li vê nexweşxaneyê 9 birîndarên me hene. 2 welatiyên me di lênihêrîna giran de û 7 welatiyên me jî di beşa normal de ne. Ez hêvî dikim ku ew ê bi lez baş bibin. Li vir me agahî ji serdoxtor û cîgirê serokê doktor girt. Me nexweşên xwe jî ziyaret kir. Dua û daxwaza me ew e ku ev xûşk û birayên me zû baş bibin. Bi vê minasebetê ji Xweda rehma xwe ji bo kesên canê xwe ji dest dane û ji xizmên wan re jî sebrê dixwazim.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di zîyareta li Mêrdînê de bi welatîyan re jî hat cem hev.
Serdozgerîya Komarîya Bolûyê, daxuyand ku di encama tespîtkirina DNAyan hejmarê candayînên di şewata otêla li Kartalkayayê de derket 79an.
Li navçeya Akşehîra Qonyeyê, zarokek 16 salî, bi tivingê bavê xwe kuşt.