Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Demîr ji binçavkirinên li Misirê re bertek nîşan da

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Entabê Şahzade Demîr li ser binçavkirina kesên ku dixwestin li ser sînorê Xezzeyê xwepêşandanê bikin di dema serdegirtina otêla ku ew lê diman de li Misirê bertek nîşan da.
Demîr, di daxuyanîyeke ku li ser hesabê xwe yê X parve kir de got, "Nayê qebûlkirin ku mirovên wijdanî yên ku ji bo li dijî qirkirina li Xezzeyê li Deriyê Sînor ê Refahê xwepêşandanên aştiyane li dar bixin çûn Misrê, ji teref hêzên ewlehiyê yên Misirê ve hatin astengkirin, girtin û dersînorkirin."
Demîr bal kişand ku tepeserkirina her gaveke ku ji bo rawestandina zilmê tê avêtin tenê cesaretê dide zaliman û got, "Em bang li rêveberiya Misirê dikin ku dev ji vê helwesta ku rê li ber hevgirtina bi gelê Filistînê re digire berde." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Êlihê li erdên çandiniyê yên hişk, çinîna genim û ceh dest pê kiriye. Lêbelê, ji ber ku di dema çandiniyê de li herêmê baran kêm bûye, berhem pir kêm bûye.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik got, "Êrîşa îsraîlê ji bo tevahiya cîhanê tehdîd e. Divê tevahiya cîhanê li dijî vê yekê tedbîrên hevpar ên berbiçav bigire."
Li navçeya Qosera Mêrdînê navenda trafoyê ku ji gundan re ceryanê temîn dikir şewitî, ji ber şewata trafoyê 115 gund bêceryan man.