Weqfa Evîndarên Pêxember bi minasebeta Şeva Mîracê peyamek belav kir. Di peyamê de, bal hat kişandin ku axên Filistînê nîşane û piştgirîya muminan e û ev şev jî şeva duayên erdnigarîya mezlûm û Mîracê ye.
Peyama Şeva Mîracê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ji teref Endamê Bireveberîya Weqfa Evîndarên Pêxember Omer Çelîk ve hat xwendin.
Çelîk ji peyamê re bi ayeta: "Xwedê Teala yê ku şevekê evdê xwe ji Mescîda Heramê bir Mescida Eqsaya ku me derdora wê bi bereket kir, da ku hin nîşanên xwe nîşanî wî bidin, ji hemû kêmasiyan bêpar e. Yê ku her tiştî dizane û her tiştî dibîne ye." dest pê kir û dûre weha got: "Mirac nîşana nêzîkbûna Xwedê û yekperestîyê ye. Di şexsê Pêxemberê me Hz. Muhammed (S.a.w) de rêya teslîmbûna Xwedê û gihandina aşitiya îlahî nîşan dide. Mîrac îbadeta mumin ji Rebbê xwe re kûr dike û îmana wî xurt dike."
“Sebra Xezzeyê, berxwedana Qudsê û têkoşîna Filistînê sembolên parastina rûmeta Îslamê ne"
Çelîk, destnîşan kir ku Mîrac nimêjê û rastîya îbadetê ji bawermendan re tîne û weha got: "Pênc nimêjên ku di şeva Mîracê de ji muminan re tên dayîn, girêdana herî bi qîmet e di navbera evd û Rebbê wî de. Ev îbadeteke ku her kirinên wê îbadetê paqij dike. Dilan, giyan bilind dike û mirovan nêzî Xwedê dike. Pêxemberê me bi gotina 'Nimêj mîraca mumin e' anî bîra me ku nimêj nîmeteke îlahî ye ku ruhê bawermend bilind dike. Nimêj ne tenê îbadetek e, li hember tengasiyan ewil penageh e û dermanê hemû tengasiyan e. Wî û nûvekirinek giyanî pêşkêşî dike, ew mifteya vejînê hem bi xwe û hem jî wekî netewe ye.”
Çelîk di berdewama axavtina xwe de îfade kir: “Mirac bangeke ku qîmeta Quds û Mescîda Eqsayê tîne bîra me ye” û axaftina xwe weha domand.
"Qudsa ku di mîraca Pêxember de bû xala rawestanê, ne tenê bajarek e, ew rûmeta ummetê ye. Îro Mescîda Eqsa, Xezze û Quds qadên berxwedan û şehadeta ummetê ne. Sebira Xezzeyê, berxwedana Qudsê û têkoşîna Filistînê sembola Îslamê ye. Sembola parastina rûmeta xwe ye. Ji bo azadîya van bajarên pîroz têkoşîna ummetê erka şerefê ye. Xezze dilê berxwedanê ye. Berxwedan û Quds mifteya serkeftinê ye. Xezzeya ku îmaneke ku agir dike gulistan di nav xwe de dihewîne ye. Xezze, welatê wan kesên ku ji bo serbikevin berdêlan didin e. Van axan bi dengê dilê ciwanên ku li hember tankan bi destê tazî keviran davêjin ve dike qîrînî. Xezze, tefsîra zindî ya ayeta ‘Bi îzna Xwedê gelek qewmên hindik, li ser qewmên zêde re xalib bûne. Xwedê bi yên ku sebir dikin re ye.’ Ye.”
"Şeva Mîracê, demek e ku divê ji bo edalet û azadîyê dua were kirin e"
Çelîk got, "Axa Filistînê nîşana yekîtî û hevgirtina bawermendan e. Qudsê mîrasa Selahedîn Eyûbî, nîşana vejîna ummetê ye. Xezze îro alayeke bi bawerî û îradeyê ye ku li dijî dijmin bilind dibe. Mîrac, ruhê şehadetê tîne bîra umetê. Van axên bimbarek ên ku Pêxemberan bi pîyên xwe pêlê kirine, li hember zilmê nîşana micadeleya heq û berxwedanê ye. Bi îzna Xwedê, Xezzeya ku bi xwîna şehîdan hatîye avdan, bi înşaallah derîyê zefera daîmî û azadîyê vedike.”
Çelîk di dawîya peyamê de bal kişand ser girîngiya vê şevê û weha got: "Mirac, şeva ku erdnîgariyên bindest di duayan de tên cem hev e. Ji bo Filistîn, Turkistana Rojhilat, Yemen û herêmên din ên mezlûm şeva Mîracê dema edalet û azadîyê ye. Ji bo azadiyê dua bê kirin, ev şev ji bona ku îmana ummetê xurt bike û yekitî û hevkarîya ummetê zêde bike firsedek e. Dawxazîya me ev e ku şeva Mîracê, ji berxwedêrên Xezzeyê re zeferê bîne, ji Qudsê re azadîyê bîne, û ji bo xelasîya erdnigarîya mezlum re bibe wesîleya xelasîyê û ummetê bîne cem hev. Bila şeva me ya Mîracê bimbarek be!” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di çarçoveya tehqîqata ku derheqê şewata di 21ê Çileyê de li Otêla Grand Kartala Bolûyê derketibû de hatibû destpêkirin de hejmarê girtîyan derket 19 kesan.
Karwana Hêvîyê, li Êlihê bi wesîleya Şeva Mîracê ji 300 malbatan re alîkarîya zexîreyê kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, şeva Mîracê ya hemû alema Îslamê pîroz kir.
Li peravên navçeya Çeşme ya Îzmîrê 41 koçberên neqanûnî di boteke lastîkî de hatin girtin.