Li navçeya Çumraya Qonyayê wesayîtek li dîrega ceryanê qelibî, di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, kesekî jî birîndar bû.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 42CBK 50 ya ku di bin îdareya T.F. de bû, di navbera taxên Kuçukboy û Abdîtogluyê li dîrega ceryanê qelibî.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme, îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Di qezayê de K.O. û M.F. canê xwe ji dest dan.
T.F. yê ku birîndar bûbû jî ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç li avahiya parêzgehê ya partiya xwe bi welatiyan re hat cem hev û gohdarîya daxwaz û pirsgirêkên wan kir.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclîsa Şûra yê HAMASê Muhammed Dervîş û lijneya HAMASê di Kullîyeya Serokkomarîyê de qebûl kir.
Li navçeya Pamukkaleya Denîzlîyê mîdîbûsa karkeran qelibî, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.
Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn, îfade kir ku divê Kurdî li Tirkîyeyê bibe zimanê fermî.