Wezîr Gurlek: Mal û milkên ku di lêpirsînên fonan de hatine desteserkirin, wê ji bo dayîna daxwazên xwediyên wan ên rastîn werin bikaranîn
Wezîrê Dadê Akin Gurlek diyar kir ku mal û milkên ku di lêpirsînên fonê de hatine desteserkirin, di nav de vîla, wesayîtên luks, erd û hesabên bankayê hene, ew ê ji bo dayîna heqê xwediyên wan ên rastîn werin bikar anîn.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku pêşketinên di lêpirsînên fonan de û gavên ku ji bo parastina mafên veberhêneran werin avêtin têne nirxandin.
Gurlek diyar kir ku vîlla, wesayîtên luks, erd û hebûnên hesabên bankayê yên ku di çarçoveya lêpirsînan de hatine desteserkirin, wê ji bo dayîna deynên xwediyên rastîn bi rêya fona ku di nav Fona Sîgortaya Depoya Teserûfê (TMSF) de hatiye damezrandin, werin bikar anîn û got ku lêpirsînên li ser kesên ku hewl didin qezencên neheq bi dest bixin berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Meletîyê, di qezaya ku otobûseke servîsa balafirgehê û wesayîteke bazirganî ya sivik li hev ketin de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
"Panela Navneteweyî ya Selaheddîn û Qudsê" ku ji aliyê HUDA PARê ve bi mijara "Qudsa Selaheddîn" tê lidarxistin, ew ê sibê li navçeya Xelîlî ya Rihayê were lidarxistin. Serokê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî ew ê beşdarî panelê ku tê de Selaheddîn Eyyûbî, Quds, Mescîda Eqsayê û geşedanên li Xezzeyê wê di bin sernavên cûrbecûr de werin nîqaşkirin bibe.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji ber hilweşîna qata duyemîn a avahiyek ku di bin çêkirinê de bû, 5 kes birîndar bûn.