Wezîr Nebatî çû serdana Karwana Hêvîyê ya ku ji lehîyê zirar dîtibû

Wezîrê Malîye û Xezîneyê Nûreddîn Nebatî li Rihaya ku ji lehîyê zirar dîtiye lêkolîn û ziyaretên xwe didomîne.
Li Rihayê berî vê du rojan ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû û ji ber vê yekê bi dehan mal di bin avê de man, dikan zirar dîtin û 15 kes jî wefat kirin. Her wisa hat hînbûn yek ji wan sazîyên ku zirarê dît Karwana Hêvîyê ye ku ew ji bo erdhejzedeyan alîkarîyê amade dikir.
Wezîrê Malîye û Xezîneyê Nûreddîn Nebatîyê ku li Rihaya ji lehîyê zirar dîtiye lêkolîn û ziyaretên xwe didomîne çû serdana Karwana Hêvîyê û derd û kulên wan guhdar kir û dûre ji wê derê veqetîya.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di doza êrîşa ku bû sedema kuştina Sekreterê Bajarê Edeneyê yê HUDA PARê Sacit Pişgin dema ku li avahiya partiyê nimêj dikir û bi kêrê hat kuştin û Serokê Bajarê yê wê demê Salîh Demîr jî birîndar bû de biryar hat dayîn. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu der barê biryarê de nirxandinan kir.
Li Sêwrega Rihayê du mînîbûsa serwîsa ku mamoste di nav de bûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 28 kesan canê xwe ji dest dan.
Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê tirek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesan birîndar bûn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di panela "Navbeynkariya Malbatê" ya ku ji teref Serokatiya Jin û Malbatê ya partiya xwe ve hat lidarxistin de axivî û got, "Heke em bikaribin saziyeke navbeynkariyê ya saziyî ava bikin, em ê gaveke girîng bavêjin da ku malbatên ku jixwe avakirina wan pir dijwar e, bi hêsanî ji hev nekevin."