Xwendekarê ku di êrîşa li Başakşehîrê de birîndar bûbû canê xwe ji dest da
Eslem Sare Bulut, yek ji heşt xwendekarên ku di bûyera li dibistanek navîn a navçeya Başakşehîr a Stenbolê de birîndar bûn, tevî hemû hewldanên tenduristî jî wefat kir.
Wezareta Karên Navxweyî derbarê bûyera ku îro sibê li dibistanek navîn a navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê qewimî de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di bûyerê de heşt xwendekar birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyan û Eslem Sare Bulut, yek ji xwendekarên ku dihat dermankirin, tevî hemû hewldanên ji bo rizgarkirina wê, canê xwe ji dest da.
Hat destnîşankirin ku 7 xwendekarên din ên birîndar hêna jî tên dermankirin.
Xwendekarê ku bûyer kir, hat girtin
Daxuyaniyê destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê piştî bûyerê tavilê lêpirsîn dane destpêkirin û xwendekarê ku wekî tawanbar hatiye nasîn zû hatiye girtin û pêvajoyên qanûnî yên pêwîst li dijî wî hatine destpêkirin.
Du mufetîşên sereke hatin tayînkirin
Ji bo ronîkirina hemû aliyên bûyerê, Wezareta Karên Hundir Sermufetîşek ê Rêveberiya Sivîl û Sermufetîşek ê Polêsan wezîfedar kiriye.
Hate diyarkirin ku hemû aliyên têkildarî bûyerên beriya bûyerê û di dema bûyerê de bi hesasiyet têne nirxandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 19 bajaran, ku di nav wan de Dîyarbekir, Semsûr, Êlih, Şirnex, Colemêrg û Xarpêt jî hene, hişyariya zer da.
Li Dibistana Navîn a Şêx Şamîl Îmam Hatîp a li Kayaşehîrê ya li navçeya Başakşehîr a Stenbolê, di êrîşeke bi kêran de 7 xwendekarên qîzîn birîndar bûn.
11emîn Hevdîtina Alimanan, ku ji aliyê Yekîtiya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) ve tê lidarxistin, ew ê di 10-11ê Cotmehê de li Dîyarbekirê bi mijara "Rêbaz û Nêzîkatiyên Nû di Da'wetê de" were lidarxistin.