Yapicioglu: Birînên ku ji ber erdhejê çêbûne hê nehatine dermankirin!
![Yapicioglu: Birînên ku ji ber erdhejê çêbûne hê nehatine dermankirin! Yapicioglu: Birînên ku ji ber erdhejê çêbûne hê nehatine dermankirin!](/img/NewsGallery/2025/2/7/441384/FeaturedImage/92fc8cfd-76dc-4e6b-a5d6-fcdd56dc77fb.webp)
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, di salvegera duyemîn ya erdhejên 6ê Sibatê de erdhejzedeyên li Hetayê zîyaret kir.
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê di salvegera duyemîn ya erdhejên 6ê Sibatê de erdhejzedeyên Entakyaya navçeya Hetayê ku di erdhejê de cihê herî zêde tesîr dîtibû ye ziyaret kir.
Yapiciogluyê ku bi ziyareta Goristana Şehîdên Erdhejê ya Narlica ya Entakyayê dest bi têkiliyên xwe yên Hetayê kir, li ser gorên kesên di erdhejê de mirin dua kir û ji welatiyên ku mervên xwe winda kirin re sebir xwest.
Yapicioglu pişt re esnafên çêkerê mobîlyayan ên li Sanayiya Kevnare ya Entakyayê û esnafên Konteynirê yên Navenda Bazirganiyê ya Sedsalê ya Tirkiyeyê ya AFADê ziyaret kir û li vir bi esnafan re sohbet kir û ji esnafan re xwest ku 'demildest sax bibin' û 'serkeftin' xwest.
Herî dawî Yapicioglu mexdûrên erdhejê yên di konteyneran de dijîn ziyaret kir û li pirsgirêk û derdên wan guhdarî kir.
Yapicioglu piştî ziyaretan derheqê mijarê de dauyani da û got her çiqasî du sal ji ser erdhejê derbas bûbe jî hê hîn pirsgirêk wekî xwe ne.
“Birînên ku ji ber erdhejê çêbûne hê nehatine dermankirin”
Yapicioglu bibîr xist ku ji ser erdhejên 6ê Sibata 2023an du sal derbas bûne û got, “Zêdeyî 54 hezarî kes canê xwe dan. Zêdeyî 100 hezarî jî birîndar… zêdeyî 600 hezarî xanî hilweşîya, 10 hezar cihên karê… Xweda careke din êşên wisa neyîne ser serê me. Ji ber mezinbûyîna kerasetê hin tişt bi derengî ketin. Lê dîsa jî dil dixwest ku di nava du salan de birîn bi temamî bihatana dermankirin.
Me dît ku heta bermahiyan jî bi tevahî nikarin bên rakirin û hin pirsgirêk hîn jî berdewam in, bîlxesa pirsgirêkên nûavakirin û xaniyan. Esnaf di tengasiyê de ne û nikarin tîcaretê bikin. Taloqkirina dayîna deynên bacê têrê nake. Esnaf dixwazin deynên wan ên bacê bê efûkirin. Derheqê xanîyan de pêvajoyeke bilez heye. Karên serûber ê gelek xanîyan qedîyaye lê hê jî xanîyên nehatine teslîmkirin hene. Pirgirêkên derheqê cihên karê hebikî din mezin e. Xala ku esnafan anî ziman jî ev e: 'Me nekarîn deyn û bexş ji bo çêkirina kargehên xwe bigirin, ne jî ji bo cihên ku me bi derfetên xwe ava kirin me destûr negirt.' Bi şaredariyê re pirsgirêkên wan hene. Esnafan ji ber ku kargehên bê ruxset dixebitin di girêdana elektrîkê de pirsgirêkan dijîn. Bi vî awayî hewce ye hemû hewlên xwe bidin ji bo ku destê birayên me yên ku di erdhejê de ziyanên madî û canê xwe ji dest dane bigirin û alîkariya wan bikin ku vegerin ser piyan.”
“Em ê rapora ku me di salvegera duyemîn a erdhejê de amade kiriye ragihînin kesên wezîfedar”
Yapicioglu di dawîya gotinên we de wilo peyivî:
“Zivistaneke din jî diqede lê piştî ku meha Çileyê weke biharê derbas bû di meha Sibatê de sermayên tund hatin. Ji ber vê yekê, ji bo ku ev xwişk û bira di zûtirîn dem de vegerin jiyana xwe ya normal; Em ê bi qasî ku ji destê me were, ji bo ku pirsgirêkên di warê sihhet, veguhastin û binesaziyê de bi lez çareser bikin. Raporeke me heye ku bi mehan e em amade dikin di salvegera duyemîn a erdhejê de bi raya giştî re parve bikin. Em îro hatin serdana xuşk û birayên xwe yên erdhejlêdayî li vir, da ku vê raporê bi zêdekirina tiştên ku me îro dîtine pêşkêşî aliyên wezîfedar re bikin û li ser temamkirina wê bişopînin. Xwedê carek din êşeke wiha neşîne ji me re. Ji bo ku ev birîn bi temamî bên dermankirin divê em xebatên xwe xurtir bikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tê texmînkirin ku îro li rojhilatê Marmara, rojhilatê Anadolîya Navîn, Rojava û Behra Reş a Navîn, peravên Rojhilatê Behra Reş, başûrê rojavayê Rojhilatê Anadoluyê, Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û Kahramanmaraş, Osmaniye, Eskîşehir, Çankiri, Konya, Mûş û Bedlîsê şilope û berf bibare.
Li Antalyayê di operasyona "Hucre-9" a li dijî rêxistina sûcê organîze de 15 kes hatin girtin û nêzî 200 milyon TL yên şikdaran hatin bidestxistin.
Bi tesîra fiyeta zêra ons a li pîyaseya navîn û zêdebûyîna dolarê zêra çaryek derket 5 hezar û 490 lîreyî.