Yapicioglu: Kerbela navê sekina bi îzzet e li hember zaliman, ew qîyam e li hember zilm û neheqîyê
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu got, “Îro Aşûra ye. Salvegera Qetlîama Kerbelayê ya ku heta însanî yet li ser rûyê erdê be nayê jibîrkirin e. Kerbela, ne tenê navê xemgînîyek e. Kerbela; navê sekina bi îzzet e li hember zaliman, ew qîyam e li hember zilm û neheqîyê.”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî bi minasebeta roja Aşûrayê gotarek parve kir. Di gotara xwe de Yapicioglu destnîşan kir ku heta ku însanîyet hebe ew ê Qetlîama Kerbelayê neyê jibîrkirin:
“Îro Aşûra ye… Salvegera Qetlîama Kerbelayê ya ku heta însanîyet hebe nayê jibîrkirin e. Kerbela ne tenê navê xemgînîyê ye. Kerbela; navê sekina bi îzzet e li hember zaliman, ew qîyam e li hember zilm û neheqîyê.
Gelek Misilmanên bi şeref ên ku îro sekineke îzzet dimeşînin, xwedî li mîrata ku ji hezretî Huseyîn standine derdikevin.
Di serê serî de yê yên ku berxwedaneke destane li Xezzeyê nîşan didin, li çar alîyê erdnigarîya ummetê li hember mustekbîran ên ku îzzetê bijartine hene û qîyamê dikin didomin.
Ez neferên qîyamê yên ku bi berxwedanê ezîz bûne silav dikim; ji Xwedayê xwe daxwaz dikim ku bila zefereke zelal ku dilê muminan rehet dike bike nisîb.
Hemî ummet, di êş û jana Kerbelayê de, di muhebbeta Ehlî Beyt û Hezretî Huseyîn de hêstrên hevpar parve dikin.
Yê ku îro li para me ketîye, ev e ku em van tiştên xwe yên hepvar ji bo yekîtî, hevkarî û wehdeta Misilmanan bibe wesîle şiûrekî çêbikin.
Ji bona ku li erdnigarîya Îslamê Kerbelayên nû neyê jîyandin û li hember zaliman berxwedanekî tesîrdar were nîşandan em mecbur in ku xwe bi benê Xwedê ve girê bidin.
Ji wan kesên ku dixwazin îxtîlafên nav me gurr bikin û me bikin nav qirika hev re firsedê nedin.
Ez di vê roja Aşûrayê de, Serokê ciwanên beheştî Hezretî Huseyîn û şehîdên Kerbelayê bi erhmet yad dikim.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê agir bi qasî 100 donim zeviyên genim ket û şewitî.
Bernameya "Xezze: Kerbelaya Dema Me" ku bi munasebeta Aşûrayê di 10ê Muherremê de li Êlihê hat lidarxistin, girîngiya dîrokî û manewî ya Kerbelayê û qrîza mirovî ya li Xezzeyê nirxand.
Platforma Karwanê Şehîdan, di salvegera şehîdên Camîya gundê Sûsayê yên ku di 26ê Hezîrana 1992yan de li Farqîna Dîyarbekirê hatibûn şehîdkirin li ser hîsaba xwe ya medyaya civakê parvekirinek yadkirinê weşand.