Zarokên ji Entabê yên ku ji bo Pêşbirka "Wî Bixwîne, Wî Bijî" ya Siyer-î Nebî ya ku her sal ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin de amadehiyê dikin, diyar kirin ku armanca wan ew e ku jiyana Pêxemberê me hîn bibin.
Zarokên dibistana navîn ên ku li Komeleya Evîndarên Pêxember a Entabê tên cem hev, ji bo ku di Pêşbirka "Wî Bixwîne, Wî Bijî" ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin de cih bigirin di hinek rojên hefteyê de bi hev re pirtûkan dixwînin.
“Ez cara pêncemîn e dikevim pêşbirkê”
Xwendekarê sinifa heştan Muhammed Yıldız, diyar kir ku berê 4 caran beşdarî pêşbirkê bûye û wiha got: "Ez 5 sal in beşdarî pêşbirka Sîyerê ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hatiye amadekirin, dibim. Agahiyên nû li ser jiyana Pêxemberê me ez bang li hemû hevalên xwe dikim ku beşdarî vê pêşbirkê bibin. Min kitêbê stand. Min daye berxwe ku ez ê vê carê vê kitêbê pênc caran biqedînim. Înşaallah hem ez bibim yekemîn û jiyana Pêxemberê me jî hîn bibim."
“Pêşevanîya me ev e ku jîyana Pêxemberê me ji hemû kesan re belavbikin û bighînin”
Ji xwendekarên ku xwe ji bo pêşbirkê amade dikin Hasan Muhammed Çalişkan jî wiha got: "Îsal dê bibe sêyemîn beşdarî pêşbirka Sîyerê bibe. Ez dixwazim beşdarî vê pêşbirkê bibim û jiyana Pêxemberê me hîn bibim û di pêşbirkê de bibim yekemîn. Em rojên şemiyê tên û dersên sîyerê dibînin, em ê jîyana pêxemberê xwe belav bikin û bidin ber destê her kesî. Dilê min heye ez vê kitêbê pênc caran biqedînim. Ez ji Weqfa Evîndarên Pêxember r teşekur dikim ku vê pêşbirkê organîze kirîye."
“Em jîyana Pêxemberê xwe baştir hîn dibin”
Mehmet Erdem Altunbaş, da zanîn ku bi hevalan re bihevrebûn û xwendina pirtûkan bi feydetir e û weha got: "Ez ê îsal jî beşdarî pêşbirka sîyerê bibim. Ez plan dikim ku jiyana Pêxemberê me hîn bibim û di îmtîhanê de bibim yekemîn. Ev cara sêyem e ku ez di vê pêşbirkê de beşdar dibim herî kêm 5 caran dixwazim bixwînim û hîn bibim. Ji hevalên xwe re çi dixwînim em rojên şemiyê tên vê derê û em bi hevalên xwe re pirtûkên xwe dixwînin da ku beşdarî pêşbirkê bibin.”
Abdullah Ûzûmê ku dê cara ewil beşdarî pêşbirkê bibe weha got: "Ez ê îsal cara ewil beşdarî pêşbirka sîyerê bibim. Hemû hevalên min beşdarî vê pêşbirkê dibin. Ez plan dikim ku jiyana Pêxemberê me bi hûrgulî hîn bibim û di pêşbirkê de bibin yekem." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Selçuka Îzmîrê ji ber şewata ku bi qulipîna sobeya ceryanê pêk hat ve 5 xûşk û bira ji dûmanê tesîrdar bûn û canê xwe ji dest dan.
Li navçeya Reza a navenda Diyarbekirê di avahiyekê de şewat derket. Zarokê ku ji ber metirsiya ceyranê di nava şewatê de mabû, di encama hewldanên dijwar ên ekîbên îtfaîyeyê de hat rizgarkirin û dermankirin.
Hêzên îşxalê, ji doh êvarê heta serê sibeha Duşemê ve li Şerîaya Rojavayê herî kêm 20 kesan êsîr girt.