Li navçeya Reza a navenda Diyarbekirê di avahiyekê de şewat derket. Zarokê ku ji ber metirsiya ceyranê di nava şewatê de mabû, di encama hewldanên dijwar ên ekîbên îtfaîyeyê de hat rizgarkirin û dermankirin.
Şewat di derdora seat 13.30an de li Kolana 159emîn a Taxa Muradiye ya navçeya Rezanê ya Navendî derket.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li Kolana Muradiyeya Taxa 159emîn ji qata 3yemîn dûman dest pê kir.
Dema ferdên malbatê yên li qata 3yemîn a avahiyê dijîn ji bo ku dûman tesîrê li wan neke derketin balkonê, zarokek ji ber pêwendiya ceryanê di hundurê de asê ma.
Li ser xeberdayînê ekîbên îtfaîye û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Dema ceryana avahiyê qut bû di encama xebatên ku hatin kirin de zarok û kesên di avahiyê de bûn hatin rizgarkirin.
Piştî mudaxaleya ewil a li cihê bûyerê, şêniyên avahiya ku ji dûmanê tesîrdar bûbûn hatin rakirin nexweşxaneyê, îtfaîyeyê jî dest bi xebata sarkirinê kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Selçuka Îzmîrê ji ber şewata ku bi qulipîna sobeya ceryanê pêk hat ve 5 xûşk û bira ji dûmanê tesîrdar bûn û canê xwe ji dest dan.
Zarokên ji Entabê yên ku ji bo Pêşbirka "Wî Bixwîne, Wî Bijî" ya Siyer-î Nebî ya ku her sal ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin de amadehiyê dikin, diyar kirin ku armanca wan ew e ku jiyana Pêxemberê me hîn bibin.
Hêzên îşxalê, ji doh êvarê heta serê sibeha Duşemê ve li Şerîaya Rojavayê herî kêm 20 kesan êsîr girt.