Du sal berê di 6ê sibata sala 2023an de erdhej çêbibû. 11 bajar û 14 mîlyon însan ji van 2 erdhêjan tesîrdar bûbû.
Li Tirkyeyê di 6ê Sibata sala çûyin de bi du erdhêjên Mereşê hejiya. Navenda erdhêja ewil navenda navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi şîddeta 7,7an saet di 4e şevê re 17 deqe derbas bûbû qewimî. Erdhêja duyem jî navenda wê navçeya Elbîstanê bû piştî nîvro saet ji yekê re 24 deqe derbas bû bi şîddeta 7,6an qewimî.
Digel Mereşê bajarên, Hatay, Osmaniye, Semsûr, Dîyarbekir, Riha, Enteb, Kîlîs, Meletî û Elezîz ji erdhêjê tesîrdar bûn. Di felaketa esrê de 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest dan. 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn.
Piştî erdhêjan ji 93 welatan ekîbên lêgerîn û xelaskirin hatin herêm erdhêjê û beşdarê xebatan bûn.
Di 120 hezar kîlometreyê de 14 mîlyon însan raste rast tesîrdar bûn. Erdêhj li 11 bajar, 124 navçe û li 6 hezar û 929 tax û gundan bû sebeba hilweşandinek mezin.
Li seranserê welêt ji ber erdhêjan şîn hat, li herêma erdhêjê jî qerara herêma derasayî yanî OHAL hat îlankirin.
Ji bo erdhejê hemû sazî û daîreyên dewletê, îdareyên mahallî, saziyên civaka sivîl û dildar seferber bûn. Piştî erdhejê av, xida, îlaç, cilûberg û îhtiyaciyên din ên sereke ji herêma erdhêjê re hat şandin.
Di erdhêjan de 38 hezar û 901 bîna xira bûn. Di van bînayan de lêgerîn hatin kirin, di 26 hezar bînayan de faaliyetên lêgerîn û xelaskirinê hatin kirin.
Di çarçovaye xebatan de 11 hezar û 488 ekîbên navnetewî, 35 hezar û 250 ekîbên lêgerîn û xelaskirinê, 142 hezar personelên ewlehiyê bi tevahî 650 hezar personelan wezîve kirin.
Li herêmê 350 konbajar, 645 hezar çadir, 414 bajarên konteyniran û 215 hezar hezar û 224 konteynir hatin avakirin.
Li herêma erdhêjê di 2 mîlyon û 302 bînayan de û di qismên xweser ên 6 mîlyon û 227 bînayan de xisar hat tespîtkirin. A niha ji sedî 91 enqaz hatiye rakirin.
Di çarçoveya xebatên xwediyê heqbûnê de, 389 hezar xanî 40 hezar û 658 kargeh û 11 hezar û 531 axir bi tevahî 441 hezar û 567 xwediyê heq hatin hatin dîyarkirin.
Di çarçoveya pêçandina birînên erdhêjzedeyan de li navendên bajaran û gundan dest bi çêkirina 307 hezar xaniyan hat kirin.
Ev erdêjên 6 meha sibate li seranserê Tirkyeyê bû sebeba êş janek mezin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi tesîra fiyeta zêra ons a li pîyaseya navîn û zêdebûyîna dolarê zêra çaryek derket 5 hezar û 459 lîreyî.
Piştî hişyarîyên ji teref Midurtîya Giştî ya Meteorolojîyê hat kirin di gelek bajaran de barîna berfê bi tesîrdar bû. Ji ber barana berfê ya zêde ji teref walîtîyan ve derheqê betlana perwerdehîyê de daxuyanî hat dayîn.
Faruk Dînçê Parlementerê Mêrsînê yê HUDA PARê di civîna çapemenîyê ya Meclîsê de axivî û got, “Astengên li ber zimanê dayikê didome. Bila temamê astengên li ber perwerdehîya zimanê dayikê bê rakirin.”