Li Nablusê ciwanek hat şehîdkirin

Hêzên sîyonîst ên îşxalker di êrîşa li rojhilata Nablusê de ciwanekî hedef girtin û wî şehîd kirin.
Wezareta Tenduristî ya Filistînê, diyar kir ku ciwanekî 19 salî yê bi navê Adel Ahmed Adel Başkar doh li Kampa Penaberên Askar ê li rojhilata Nablusê dûçarê êrîşa hêzên îşxalkeran hatîye û şehîd ketîye.
Çavkanîyên tenduristîyê îfade kirin şehîd Adel Ahmed Adel Başkar ji singê xwe guleyê xwarîye û ji nexweşxaneyê re hatîye rakirin lê li nexweşxaneyê şehîd ketîye.
Ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve rejima îşxalker li Şerîaya Rojavayê êrîş û zordarîyên xwe zêde kir. Ji wê rojê heta niha 183 jê zarok tev de 19916 Filistînî şehîd bûn, nêzê 7 hezaran Filistînî jî birîndar bûn.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristî ya Filistînê, ji serê sala 2025an vir ve 11 jê zarok tev de 81 Filistînî şehîd bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mufîd Yukselê Lêkolîner-Nivîskar, di axaftina xwe ya ku li komxebata HUDA PARê kir de got, “Pirsgirêkên etnîkî yên ku îro netew dewlet anîne, nexweşiyeke sedsala borî ye.ev pirsgirêkan ne bêçareserîyêne. Divê fersende neyê dayîn kes, camîa û komên ku ji vê bêçareserî û pevçûnê fêdeyê dibînin.”
Walî Ozan Balci ji teref Wezareta Karên Hundir ve ji Şaredarîya Mezina Wanê re wek qeyûm hat wezîfedarkirin.
Ji ber barîna berfa zêde li hin navçeyên Edene, Çorum û Semsûnê mekteb hat sekinandin.