Yapicioglu li Mêrsînê axivî: "Divê Meseleya Kurd û pirsgirêka tundiyê tevlihev nebin"
5emîn Kongreya Asayî ya Bajarê Mêrsînê ya HUDA PARê bi beşdariya Serokê Giştî Zekeriya Yapicioglu û Parlamenterê Mêrsînê Faruk Dînç li Qesra Kongre û Pêşangehê ya Şaredariya Bajarê Mezin hate lidarxistin.
Yapicioglu di kongreya ku bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir de axivî û derbarê çareseriya meseleya Kurd, makeqanûna nû, rewşa Xezzeyê û aboriyê de peyamên girîng dan.
Tekezî li ser Meseleya Kurd û Makeqanûna Nû
Yapicioglu di axaftina xwe de bal kişand ser xurtkirina cepheya navxweyî û avakirina hiqûqa biratiyê û got: "Divê pirsgirêka tundiyê ya çil salî û meseleya Kurd a ku sedsalek derbas kiriye, tevlihev nebin." Yapicioglu diyar kir ku bi rapora ku pêşkêşî komîsyona li Meclisê kirine beşdarî pêvajoya qanûna çarçoveyî ya 12 madeyî bûne ku bi 467 dengan bûye qanûn û wiha pê de çû: "Bi danîna çekan bi temamî re, çareseriya meseleya Kurd di çarçoveya heq û edaletê de wê hêsantir bibe."
Yapicioglu da zanîn ku makeqanûna heyî bersivê nade pêdiviyan û bang kir: "Divê em êdî ji Makeqanûna 1982yan a ku berhema derbeyê ye rizgar bibin û çêkirina makeqanûneke nû û sivîl a ku hemû beşan hembêz dike, zêdetir paş ve nexin."
Rexneyên li ser Lûtkeya Avhewayê û Xezzeyê
Yapicioglu li ser Lûtkeya Avhewayê ya COP31ê ya ku li Entalyayê berdewam dike bertek nîşanî welatên pîşesazî da û got: "Dema ku qirêjkerên sereke tên paşguhkirin, hewl didin fatûreya krîza gerdûnî li ser çandinî, ajeldarî û çêlekan bibirin." Yapicioglu behsa êrişên li ser Xezzeyê û felaketa lehîyê jî kir û wiha nirxand: "Tevî nifûsa du milyarî û hêza 30 trîlyon dolarî, negihandina alîkariyê ya welatên Îslamê ji bo Xezzeyê musîbeteke mezin e."
Peyamên lêpirsîna fonê û aboriyê
Yapicioglu derbarê lêpirsîna fonê ya di rojevê de ye axivî, banga seferberiya exlaq û manewiyatê kir û got: "Partiya dizan nabe; kî dest dirêjî mafê welatiyan bike divê bêyî derengmayîn teslîmî edaletê bê kirin."
Yapicioglu li ser daxwazên aborî û pirsgirêkên Mêrsînê jî rawestiya û got: "Me pêşnûmeya xwe ya qanûnê pêşkêşî Meclisê kir da ku mûçeyê herî kêm ê teqawidan bi mûçeyê kêmtirîn ê net re bê wekhevkirin." Her wiha Yapicioglu diyar kir ku "Cotkar bêyî ku bikeve bin deynan nikare zeviyê xwe biçîne; divê Qanûna Halê demildest bê derxistin" û da zanîn ku divê dahatên bendergeh û lojîstîkê li refaha gelê Mêrsînê vegere.
Salîh Demîr dîsa bû serok
Yapicioglu di dawiya axaftina xwe de xwest ku pêşnûmeyên wan ên li dijî madeyên hişbir û îdeolojiyên rêşaş bibin qanûn û ji kadroyên nû re serkeftin xwest. Di hilbijartina ku bi yek lîsteyê hate kirin de serokê heyî Salîh Demîr hemû dengên derbasdar wergirtin û dîsa wekî Serokê Bajarê Mêrsînê yê HUDA PARê hate hilbijartin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, bal kişand ser felaketa mirovî ya ku ji ber şert û mercên zivistanê û dorpêçê li Xezzeyê kûrtir dibe û bang li welatên Îslamî û civaka navneteweyî kir ku ji bo gelê Xezzeyê gavên berbiçav bavêjin.
Tê diyarkirin ku ji roja duşemê şûnve ew ê Tirkîye bikeve bin tesîra berf û baranê. Tê texmînkirin ew ê germahîya hewayê jî li ser nomalî be.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr derheqê rojeva derve de nirxandina partîya xwe kir.