Nirxa petrola Brentê bi 98,53 dolarî tê firotin
Fîyeta petrola xav a Brent di bazarên navneteweyî de ji sedî 0,7 kêm bû û bû 98,53 dolar ji bo her bermîlekê.
Fîyeta bermîla petrola xav a Brentê piştî ku roja berê gihîştibû 102.30 dolarî, îro bi 99.25 dolarî ji bo her bermîlekê bi dawî bû.
Îro saet 09:30an de, nirxa bermîla petrola xav a Brent ji girtina berê %0,7 kêm bûye û gihîştiye 98,53 dolarî.
Di heman demê de, fîyeta petrola xav a West Texas Intermediate (WTI) bi 89,40 dolarî serê bermîlekê hate firotin.
Tê bawerkirin ku kêmbûna fîyeta petrolê ji ber hêviyên ku çareseriyek dîplomatîk di navbera Emrîkayê û Komara Îslamî ya Îranê de were bidestxistin tesîrdar bûye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Fîyeta petrola xav a Brent di bazarên navneteweyî de di saetên pêşîn ên rojê de ji sedî 1,5 zêde bû û gihîşt 98,96 dolarî serê bermîlê.
Bi tevî zema ku ji motorînê re hat li seranserê bajarên Tirkîyeyê fîyeta motorînê derket ser 100 Lîreyî.
Ji nîvê şevê şûnve fîyeta lîtreyek motorînê 6,62 Lîre zem xwar. Bi tevî vê zemê fîyeta motorînê li Stenbolê derket 95,60 lireyê, li Enqereyê derket 96,75 lireyê, li İzmirê jî derket 97,02 lîreyê, lê li herêmê jî ev fîyet gihîşt sînora 100 lîreyê.