Îranê cara yekem bi fûzeyên Xurremşehrê li sîyonîstan xist

Îranê, cara yekem fuzeyên Xurremşehrê ku wek cenewara tê naskirin ji sîyonîstan re avêt. Fuzeyên ku hêza herî bi qewet a Îranê ne li Tel Avîvê ketin.
Pevçûna ku bi êrîşa rejima îşxalker dest pê kiribû, di roja şeşemîn de berdewam dike.
Di nav van şeş rojan de pevçûn roj bi roj dijwartir dibe û Îranê di herbê de tişteke yekem pêk anît.
Îranê, ji sîyonîstên îşxalker re cara yekem fuzeya Xurremşehrê avêt.
Çekên fuzeyên balîstîkî yê ku wek “fuzeya cenewar” tê naskirin ku ên Îranê ne, li Tel Avîvê ketin. Li Tel Avîvê sîren lê ketin û bang li gel hat kirin ku bikevin sitargehan.
Xeyn ji vêya Îranê hişyarî da ku bila Hayfayê jî vala bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullah Naîm Qasim, destnîşankir ku Hîzbullah li hember êrîşên ku li Îranê têne kirin e û di vê pêvajoyê de bêalî nîne.
Îranê di operasyonên xwe yên fuzeyî ku di nav 48 seatên dawîn de li dar xist de bi dehan îşxalkerên sîyonîst kuşt û birîndar kir. Tel Avîv, Ramat Gan, Holon û Bîrûssebîyê hatin hedefgirtin. Artêşa îşxalê, du gundên li nêzê tesîsên nukleerî bi acîlî vala kirin.
Fuzeyên Îranê ku vê sibehê axên îşxalkirî hedef girtibû, li mala wezîrê berê yê Derdorê û endamê Partîya Likudê Danny Naveh ket.
Birayên Misilmanan nameyek ji Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyyid Elî Xameneî re şand û piştgiriya xwe ya tevahî li dijî êrîşa sîyonîstan ragihand, sîyonîstan wekî dijminekî hevpar bi nav kir û tekezî li ser yekîtîya ummeta Îslamî kir.