Hîzbullah: Em di vê pêvajoyê de bêalî nînin, li kêleka Îranê ne

Sekreterê Giştî yê Hîzbullah Naîm Qasim, destnîşankir ku Hîzbullah li hember êrîşên ku li Îranê têne kirin e û di vê pêvajoyê de bêalî nîne.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullah Naîm Qasim, ji daxuyanîyên Serokê Emrîkayê Donald Trump û Binyamîn Netenyahuyê sîyonîst ku Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê Ayetullah Alî Xameneî hedef digirt re bertek nîşan da.
Qasim, di daxuyanîya ku belav kir de, îfade kir ku ew tehdîdên li dijî Xameneî û Îranê ji bo gelê herêmê û însanên azad ên cîhanê re wek êrîşek dibînin û got, “Wek Hîzbullahê, di navbera maf û serxwebûnîya Îranê û êrîşdarîya Emrîka û hêzên îşxalker ên wek îsraîlê de bêalî nînin.”
Qasim di daxuyanîya xwe de bal kişand ku ew li kêleka Îranê ne, “Ji bona ku êrîşên îsraîlê bidin sekinandin em li kêleka Îranê ne û vêya jî ji bona xwe wek wezîfeyekî dibînin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker li Xezzeyê herba xwe ya qirkirina didomîne. Di roja 95emîn de, herî kêm 95 Filistînîyên ku di nav wan de yên ku li hêvîya alîkarîyê bûn jî hene hatin şehîdkirin. Îşxalkerên sîyonîst, gelê ku dorpêç kirîye bi birçîbûnîyê dixwaze ku tune bike û cîhên ku gel li hêvîya alîkarîyê ne jî hedef digre.
Sîyonîstên îşxalker, di seatên serê sibehê de li dijî El Xelîla Şerîaya Rojavayê êrîşeke berfireh da destpêkirin, di êrîşê de herî kêm 30 Filistînîyan êsîr girtin. Di êrîşan de gelek xanî hatin lêgerînkirin, nav malan hatin wêrankirin û hinek Filistînî hatin derpkirin.
Şemxanî, di peyameke kurt ku ji Serokatî û gelê Îranê re şand de weha got, “Ez di heyatê de me û ji bona ku xwe feda bikim amade me.”
Şefa Polîtîkayên Derve ya Yekîtîya Ewrûpayê Kaja Kallas, îlan kir ku herba rejima îşxalker a ku li Xezzeyê dimeşîne qirkirinek e û armanca wî bi temamî îşxalkirina Xezzeyê ye.