Îran çekek nû amade dike ku jê re tê gotin 'bavê hemû bombeyan'
Li gorî nûçeyan, Muhafizên Şoreşê yên Îranê çekek nû pêşxistine ku jê re 'bavê hemû bombeyan' tê gotin.
Li gorî nûçeya El Cezîreyê, Berdevkê Pasdarên Şoreşê Huseyîn Muhibbî gotiye, "Em niha amadekariyan dikin ku 'bavê hemû bombeyan' eşkere bikin. Ev ji bo dijmin tiştekî nû ye."
Muhibbî berê îşaret kiribû ku cîhan ew ê di demek nêzîk de matmayî bimîne, bi îşareta çekek nû ku Îran di dema nakokiya xwe ya bi Washingtonê re li ser dixebitî.
Di destpêka vê mehê de, rapor derketin holê ku Serokê Emrîkayê Donald Trump li dijî Îranê bikaranîna bombeya GBU-43/B Massive Ordnance Air Blast (MOAB), ku wekî "Dayika Hemû Bombeyan" tê zanîn, difikire. Trump ev agahî rasterast piştrast nekir, lê wî îşaret kir ku ev çek dikare heta tesîsên bin erdê yên herî bihêz ên Îranê jî derbas bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên Deryayî yên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku çar keştîyên ku barhilgirên petrolê di navbera keştîyan de li bakurê Kendava Farisê vediguhezînin di heman demê de rastî lêdanan hatin.
Pêşkêşvanekî sereke yê Korporasyona Weşana Brîtanî (BBC) eşkere kir ku ajans di nûçeyên xwe yên li ser şerê qirkirinê yê li ser Şerîda Xezzeyê de "bi îsraîlê re hevkariyê dike".
Rayedarên Parîsê xwepêşandana xwendekaran a ku ji bo roja Pêncşemê hatibû plankirin qedexe kirin.