Îran peyama mutebeqetê: Em ê li ser mafên xwe tawîzê nedin
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalibaf û Serokkomar Mesûd Pezeşkîyan, di daxuyaniyên piştî peymana ku bi Washingtonê re hat îmzekirin de tekez kirin ku li ser berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê û mafên cepheya berxwedanê tawîz nayê dayîn. Qalibaf diyar kir, "Destên me li ser tetikê ne; em amade ne ku bi biryardarî bersiva dijmin bidin."
Karbidestên payebilind ên Îranê, di daxuyaniyên piştî îmzekirina mutebeqeta têgihîştinê bi Emrîkayê re de, tekez kirin ku parastina berjewendîyên welat û mafên cepheya berxwedanê xeta sor e.
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalibaf got ku peyama ku ji aliyê Rêberê Mezin ê Şoreşa Îslamî ve hatiye dayîn eşkere dike ku îmzekirina peymanê ne dawiya pêvajoyê ye, lê destpêka serdemeke dijwar e.
Qalîbaf diyar kir ku divê mafên gelê Îranê û cepheya berxwedanê bi tevahî li dijî dijminekî ku sozên xwe bicîh neaniye werin parastin, û ew ê nehêlin ku aliyê din bi îxlalkirina wezîfeyên xwe zirarê bide mafên Îranê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, berxwedana Hîzbullaha Lubnanê silav kir û tekez kir ku hewldanên rejîma îşxalker ên ji bo çêkirina parçebûnê di navbera cepheyên berxwedanê de bêencam bûn.
Wezareta Parastinê ya Efxenistanê ragihand ku hêzên hewayî yên Efxenistanê li seranserê sînor veşartgehên DAIŞê kirin hedef.
Alîkarê Serokê Emrîkayê JD Vance bi tundî rexne li endamên hikûmeta rejîma sîyonîst kir ku li hember peymana bi Îranê re hatî kirin bertekên xerab nîşan dan. Vance diyar kir ku piraniya çekên ku rejîma sîyonîst di mehên dawî de diparêzin ji hêla Emrîkayê ve hatine hilberandin û fînansekirin. Medyaya îsraîlê ragihand ku van gotinan li Tel Avîvê "tesîra şokê" çêkirine.