Parlamenterê HUDA PARê li ser îstismara zarokan ji bo pereyan di jîngehên dîjîtal de bertek nîşan da
Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisê hat lidarxistin de, li dijî îstismarkirina zarokan di hawîrdorên dîjîtal de ji bo qezencê û bêqîmetkirina dayiktiyê bertek nîşan da û xwest ku tedbîr bên girtin.
Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Wî diyar kir ku divê ji gendeliya ku di medyaya dîjîtal de û projeyên ku xwezaya mirovan hedef digirin re destûr neyê dayîn.
"Ji bona ku parsektîya TîkTokê raweste divê tiştek were kirin"
Dînç diyar kir ku hinek bikarhênerên medyaya civakî zarokên xwe ji bo danûstandin û qezenca darayî eşkere dikin û got, "Hestê razîbûn û nepenîtiyê yê zarokan bi tevahî pêş neketiye; ew bêguneh in. Lêbelê, li vir, zarok ji bo tiştên danûstandinê têne veguheztin. Mafên zarokan ên nepenîtiyê, ewlehî û pêşkeftina saxlem têne îxlalkirin. Divê teqez tedbîr li dijî kesên ku hem bêgunehî û hem jî pêşeroja zarokan didizin û wan li ser platformên dîjîtal eşkere dikin werin girtin; divê ev weşan werin qedexekirin. Divê bêrêzên TîkTok werin rawestandin, û divê zarokên bêguneh ji bo danûstandinê neyên bikar anîn."
"Tora globalîst a serhildêr dayiktiya ku wekî cihekî cennetê tê hesibandin, hedef digirin"
Dînç tekez kir ku saziya dayiktiyê ku karakterê nifşên pêşerojê şekil dide, di demên dawî de bi zanebûn hatiye hedefgirtin û wiha got, "Dayiktî bi vegotinên ku dibêjin ew azadiyê asteng dike tê bêrûmetkirin û jin li dijî vê statuya bihuştî ya di xwezaya wan de tê zivirandin. Torên gendeliyê yên globalîst dixwazin nifûsê kêm bikin û rolek ku li gorî berjewendiyên wan ên kapîtalîst be bidin jinan. Wekî ku Pêxemberê me (Selat û selam li ser wî be) gotiye: 'Bihuşt li ber lingên dayikan e.' Mixabin, hinek kes vê statuya bihuştî hedef digirin. Divê em li hember vê yekê hişyar bin û ji bona ku dayik bi awayekî ku li gorî vê statuya bihuştî be tevbigerin divê tedbîrên pêwîst werin girtin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Kongreya Asayî ya 5emîn a 12 rêxistinên navçeyan ên girêdayî Serokatiya Bajêra Enqereyê ya HUDA PARê bi dawî bû û rêveberiyên nû di serokatiya navçeyan de hatin diyarkirin.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind îtîraza CHPê bi hinceta "bêencamiya mutleq" red kir.
Di doza derbarê 38emîn Kongreya Asayî ya CHPê de, ku di sala 2023an de pêk hat û Ozgur Ozel wekî serokê partiyê hate hilbijartin, biryarek hatiye dayîn. Li gorî vê yekê, Kemal Kiliçdaroglu û berpirsên berê yên partiyê dê vegerin ser karên xwe.
Wesayîteke ku li ser rêya Gumuşxaneyê ji kontrolê derket, ji bariyeran derbas bû û kete nav çem. Şofêra jin a ku di qezayê de birîndar bû, bi tena serê xwe ji wesayîtê derket.