Îşxalkeran li Xezzeyê dibistanek bomberdman kirin: 30 şehîd

Hêzên îşxalê di dema şebeqê de dibistanekî ku sîvîlên ji cîhê xwe bûbûn di nav de diman bomberdman kirin, di encamê de 30 kes şehîd bûn, gelek kes jî an birîndar bûn an jî winda bûn.
Çapemenîya mehellî, diyar kir ku balafirên herbê yên sîyonîstan Dibistana Fehmî el-Cercawîya ku sîvîlên ji bajaroka el-Deracê ji cîhê xwe bûbûn tê de diman bomberdman kirin. Piştî êrîşê di dibistanê de şewat derket û herî kêm 30 sîvîl şewitîn û şehîd bûn.
Hat destnîşankirin ku piştî êrîşê li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin destpêkirin.
Di navbera şehîdan de herî kêm 10 zarok 5 jî pîrek hebûn.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî têne parvekirin de tê dîtin ku cesedên Misilmanan bûne wek komirê, keçikeka biçûk jî ketîye taya canê xwe û rêyek digere ku xwe ji nav agir derxe.
Di dîmenkî dinê de jî tê dîtin ku endamekî ekîba xelaskirinê jî dîya wî û xwûşk û birayên wî yên ku şehîd bûne di nav hembêza wî de ne û ji bona ku xelas bibe tevdigere.
Sîyonîstên îşxalker, li dijî sîvîlên Filistînîyan bi hezaran qetlîaman li dar xistin; wan di nav malên xwe sipartibûn, li bazaran, konan û sitargehan de bomberdman kirin. Dem bû demekî wisa ku li Xezzeyê cîhekî ewle nema. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 56an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 123 hezar û 129 kesan.
Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam got, "Divê Emrîka zextê li ser îsraîlê bike, da ku ji hemû axa başûrê Lubnanê vekişe û êrîşên xwe yên ku serweriya Lubnanê îxlal dikin bi dawî bike."
Tevgra berxwedana Îslamî HAMASê, ji bona ku di rojên 30, 31ê Gulanê û 1ê Hezîranê de çalakîyên girseyî bêne kirin bang li hemû bajarên cîhanê kir ku bila li hember qirkirina sîyonîstan derkevin derve.
Wezareta Tenduristîya Filistînê ya li Xezzeyê, daxuyand ku li Xezzeyê di nav 2 mehan de 58 kes ji birçîna canê xwe ji dest dan.