Hat destnîşankirin ku 11 tirên sotemenîyê, tevahî 281 tirên alîkarîyê ji Misirê ketin nav Xezzeyê.
Ajansa fermî ya Misirê MENA, di xeberekî xwe de îfade kir ku piştî ketina rewacê ya agirbestê di roja duyemîn de 11 jê tirên sotemenîyê tev de 281 tirên alîkarîyê derbasî Xezzeyê bûn.
Hat diyarkirin ku tirên alîkarîyê ji Derîyên Kerem Ebû Salîm û Ucveyê ketine hindir.
Qeterê ku welatekî navbeynkar e, di 15ê Çileyê de diyar kiribû di navbera Hamas û rejima sîyonîst de di warê pevguhertina êsîran û agirbestê de peymanek çêbûye.
Peyman, di 19ê Çileyê roja Yekşemê de ket rewacê.
Agirbest ew ê di sê merhaleyan de çêbibe û di 42 rojên ewil de, 33 êsîrên sîyonîst û ji 1900î zêdetir Filistînîyên êsîr bêne serbestberdan.
Tûgayên Îzzeddîn El Qessam, di merhaleya ewil de 3 êsîrên pîrekên sîyonîst teslimi ekîbê Xaça Sor kirin.
90 Filistînîyên ku di Zindana Leşkerî ya Oferê de bûn jî hatin serbesetberdan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
100 Filistînîyên din jî li deverên curbicur ên Şerîeya Rojava ya îşxalkirî ji teref rejîma îşgalker a sîyonîst ve hatin destesergirtin.
Çeteyên cihûyî li Şerîaya Rojavayê êrîşî Filistînîyan kirin, herî kêm 21 kesan birîndar kirin. Di bûyerên ku derketin de gelek xanî, dikan û wesayîtên aîdê Filistînîyan hatin qundaxkirin.
Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir ku ew piştî agirbestê alîkarîyên xwe zêde kirine, ji bo Xezzeyê jî ji civaka navneteweyî re bang kirin.