Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir ku ew piştî agirbestê alîkarîyên xwe zêde kirine, ji bo Xezzeyê jî ji civaka navneteweyî re bang kirin.
Alîkarê Berdevkê NYyê Farhan Haq, destnîşan kir ku nîvê nifûsa Xezzeyê zarok in, zarokên li wê derê jî di nav rojê de danekî tenê dikarin xwarinê bixwin.
Haq, îfade kir ku piştî agirbestê Neteweyên Yekbûyî alîkarîyên xwe zêde kirîye û weha got, “Temamê nifûsa Xezzeyê mihtacê alîkarîyê ye.”
Haq, destnîşan kir ku Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê, ji bona ku hejmarê nivînên nexweşxaneyên li Xezzeyê zêde bikin planekî 60 rojî dane destpêkirin, wî ragihand ku li Xezzeyê ji 30 hezarî zêdetir mirov rewşa wan a birîndarbûnê giran in û lazimatîya wan ji tedawîya taybet re heye.
Haq, ji axavtina xwe de zêde kir ku ew ê di lêkirina ji nû ve û çêkirina binesazîyê de jî alîkarîyan bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
100 Filistînîyên din jî li deverên curbicur ên Şerîeya Rojava ya îşxalkirî ji teref rejîma îşgalker a sîyonîst ve hatin destesergirtin.
Çeteyên cihûyî li Şerîaya Rojavayê êrîşî Filistînîyan kirin, herî kêm 21 kesan birîndar kirin. Di bûyerên ku derketin de gelek xanî, dikan û wesayîtên aîdê Filistînîyan hatin qundaxkirin.
Hat destnîşankirin ku 11 tirên sotemenîyê, tevahî 281 tirên alîkarîyê ji Misirê ketin nav Xezzeyê.