Di çarçoveya pevguhertina êsîran a navbera Hamas û rejima îşxalker de 90 Filistînîyên zarok û pîrek ên êsîr hatin serbestberdan.
Li Xezzeyê piştî qirkirin û qetlîama 471 rojî ya rejima îşxalker, doh agirbest dest pê kir.
Piştî ketina rewacê ya agirbesta di navbera Hamas û rejima îşxalker de 3 êsîrên sîyonîst hatin serbestberdan.
Rejima îşxalker jî ew ê li hember van sê êsîrên ku hatine berdan wê 90 Filisîtnîyên êsîr serbeset berdana û wan Filistînîyan di seatên êvarê de ji Girtîgeha Leşkerî ya Oferê serbest berda.
Hat îfadekirin ku ji wan êsîrên 69 jê pîrek, 20 jê zarok û yek jî ciwan in.
Hat destnîşankirin ku ji wan êsîran 78ê wan ji Şerîaya Rojavayê, 12 ji wan jî ji Qudsa îşxalkirî ne.
Êsîrên ku hatin serbestberdan, li Şerîaya Rojavayê ji teref Filistînîyan ve bi coş û beş hatin pêşwazîkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajara Beytullahîmê êsîrekî bi navê Muhammed Cebîr di zindanên îşxalê de şehîd bû.
Di dema merhaleya ewil a peymana pevguhertina êsîran a li Xezzeyê de sê pîrekên sîyonîst hatin serbestberdan, Tûgayên Qessam dîmenên taybet ên aîdê dema teslîmkirinê parve kir, Qessam dîsa ji dijmin re dersa însanîyetê da.
Hat destnîşankirin ku rejima îşxalker a sîyonîst li Şerîaya Rojavayê zarokekî Filistînî şehîd kirin, du zarokan jî birîndar kirin.
Wezareta Karên Hindir yê Xezzeyê, diyar kir ku ji roja ewil a agirbest 552 tirên alîkarîyê ketin nav Xezzeyê.