Artêşa îşxalê sîvîlên li bakurê Xezzeyê bi zorê dide koçkirin

Gelê sîvîl ji ber êrîşên artêşa rejima îşxalker, mecbûr dimînin ku koçê cîhên ku têne gotin ewle ne bikin.
Gelê sîvîl ên Kampa Penaberên li Cîbalîyeyê ji ber êrîşên artêşa îşxalê mecbûr dimînin ku bi tevî tiştên xwe yên ku hama dikaribin bar bikin koçê herêma ku difikirin ewlene bikin.
Xelkê herêmê, bi tevî wesayîtên xwe wesayîtên hesban an jî bi peyatî koç dikin.
Artêşa îşxalê destnîşan kir ku ew ê êrîş bidin destpêkirin û ji ber vê yekê ji sîvîlan re got ku herêmê terk bikin.
Berdevkê artêşa îşxalê Avichay Adraee, bang li Fîlîstînîyên ku li bakurê Xezzeyê, “Gabn, Şeyma, Fedus, Menşîye, Şêx Zayîd, Selatîn, Kerame, Beyt Lahîya, Zûxûr, Tel Zater, Nûr, Abdurrahman, Nahda û Lampa Cîbalîye” dijîn herêmê terk bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku hejmara qurbaniyên baran û lehiyên zêde li wîlayeta New South Wales (NSW) ya Avusturalya gihîştiye sê kesan.
Êrîşên hovane yên sîyonîstên îşxalker li ser Xezzeyê berdewam dikin û ziyanek mezin didin zarokan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 762an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 122 hezar û 197 kesan.
Çekdarên nenas li wîlayeta Suweydayê ya li başûrê Sûriyeyê bi ser avahiya walîtiyê de girtin û Waliyê Suweydayê Mistefa el-Bakur ji bo demek kurt êsîr girtin.