Artêşa Pakistanê bi guleyên rastîn tetbîqat kir

Artêşa Pakistanê, li Keşmîra Azad bi cebilxaneyên rastîn ku çekên modern jî di nav de tetbîqatek pêk anît.
Di tetbîqeta ku li herêma Keşmîra Azad a di bin îdareya Pakistanê de ye hat lidarxistin de, cebilxaneya rastîn û çekên modern hatin bikaranîtin.
Artêşa Pakistanê, daxuyand ku armanca tetbîqatê ev e ku heger ji teref dijmin ve êrîşekî bê lidarxistin ew ê bersivekî tam û gurr bê dayîn.
Dîrektorê Minasebetên Nav Gel a Serwîsa baskê gelan û çapemenîya Hêzên Çekdar yê Pakistanê (ISPR) Korgeneral Ahmed Şerîf Çaudrî, li dijî Hîndistanê daxuyanîyên dijwar da û got, “Em amade ne, me neceribînin. Me vê biryarîyê xwe di sala 2019an de nîşan dabû. Em ne alîyê destpêkirina pevçûnê ne. Heger ew difikirin ku rêya tenê êrîş e, bila zanibin ku em hazir in. Bila me neceribînin. Em her daîm û li her derê amade ne.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di 22ê Çileya 2024an de, Tugayên Îzzeddîn el-Qessam ên girêdayî HAMASê li rojhilatê Kampa El-Megazî ya li navenda Xezzeyê li dijî îşxalkerên sîyonîst kemîneke aloz pêk anîn û 21 leşker û efser hatin bêtesîrkirin. Ev operasyon wekî yek ji mezintirîn windahiyên artêşa îşxalker ji destpêka êrîşa bejahî ve hat qeydkirin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 495an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 366 kesan.
Rêjîma sîyonîst hemû navçeyên Sûrîyeyê ji Şam, Hemayê, Laziqiyê û Derayê kire hedef; Zêdetirî 20 êrîşên hewayî pêk hatin. Hat ragihandin ku êrîş di sala 2025an de herî dijwar bûn.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (UNOCHA) diyar kir ku stokên xwarinê li Xezzeyê ji ber ku rejîma îşxalker di du mehên dawî de ketina hemî alîkariyên mirovî û amûrên tenduristîyê asteng kiriye bi piranî xilas bûne û gihîştina avê ne mimkin bûye.