Axios: Emrîka û îsraîl li ser planeke êrîşê ya nû li dijî Îranê li hev kirine
Li gorî Axiosê, ku îşaret bi rayedarên Amerîkî û sîyonîst dike, Emrîka û rejîma îşxalker plan dikin ku eger danûstandinên dîplomatîk bi ser nekevin, piştî hilbijartinên navîn ên Emrîkayê yên di Mijdarê de dest pê bike êrîşê Îranê bikin.
Axios ragihand, "Heta ku di kêliya dawî de lihevkirinek neyê kirin, îhtîmal e ku bombebaranek berfireh piştî hilbijartinên navîn di demek kurt de ji nû ve dest pê bike. Roja Duşemê, Serfermandarê Hêzên Parastinê yên îsraîlê General Eyal Zamir bi Fermandarê Fermandariya Navendî ya Emrîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper re civiya da ku çalakiyên beriya êrîşên gengaz hevrêz bikin."
Li gorî çavkaniyên Axios, hevalbend amadekariyên destpêkirina êrîşeke berfireh a hefteyekê li dijî tesîsên nukleerî, santralên enerjiyê û serokatiya payebilind a Komara Îslamî ya Îranê dikin. Di heman demê de, navbeynkarên herêmî bi serokatiya Qeterê, ligel Erebistana Siûdî, Tirkîye, Pakistan û Misrê, hewl didin ku pêşî li êrîşên din ên li dijî Îranê bigirin.
Serokê Emrîkayê Donald Trump di nav rojê de îhtîmala êrîşên din ên li ser Îranê piştî hilbijartinên navîn red nekir û got ku di rewşa heyî de "her tişt mimkun e". (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Toledo ya Spanyayê, ji ber lihevketina du trênên bilez, şêst û çar kes mirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn. Ji ber qezayê, seferên trênên bilez ên di navbera Madrîd û Endulusê de hatin sekinandin.
Wezareta Parastinê ya Efxenistanê ragihand ku wan di bersiva êrîşên bêmirov ên ku ji hêla Pakistanê ve hatine kirin de çeperên leşkerî kirine hedef.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî ragihand ku ji bo kêmkirina aloziyên herêmî û bi bandor bikaranîna rêyên dîplomatîk, têkiliyên bi navbeynkarên navneteweyî re bênavber ew ê berdewam bikin.