Beqayî derbeqê Tengava Hurmuzê de ji welatan re hişyarî da
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de, nûçeyên ku dibêjin hinek welat dikarin li hember zextên Emrîkayê yên ji bo destwerdana li Tengava Hurmizê serî bitewînin, nirxand.
Beqayî di daxuyaniya xwe de amaje bi gotineke pêşiyan a Koreyî kir û wiha got: "Lingên çivîka ku hewl dide li pey leglegê bifire, dişkên."
Beşdarbûna çalakîyên êrîşkar li dijî hiqûqê ye
Beqayî diyar kir ku welatên rasterast an nerasterast beşdarî her hewldaneke ku piştgiriya leşkerî an lojîstîkî ya li dijî Îranê dihewîne bibin, ew ê wekî helwesteke dijminane werin nirxandin û wê ji encaman berpirsiyar bên girtin. Wî parast ku şandina yekîneyên behrî, personelên leşkerî an kelûpelên piştgiriyê tê maneya hevkariya ligel êrîşkariya Emrîkayê.
Amajeya bi biryarên NYyê û hişyariya berpirsiyariyê
Beqayî da zanîn ku ev hewldan li dijî benda 4emîn a maddeya 2yemîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ne û di çarçoveya biryara hejmar 3314 a Lijneya Giştî ya NYyê de dikarin wekî çalakiya êrîşkar bên nirxandin. Wî tekez kir ku hincetên wekî "temînkirina ewlehiya veguhastina deryayî" an "têkoşîna li dijî korsaniyê" wê vê rewşê neguherînin.
Beqayî herwiha destnîşan kir ku peymanên dualî yên bi Emrîkayê re mafê îxlalkirina hiqûqa navneteweyî nadin tu welatî û bang li dewletan kir ku pabendî prensîbên hiqûqa navneteweyî bimînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ragihand ku li Xezzeyê nêzî 950 hezar kesên koçber li herêmên ku talûkeya lehîyê li ser wan heye dijîn û 400 hezar ji wan jî di bin talûkeyeke gelekî mezin de ne.
Rejîma îşxalker, digel agirbesta ku di 11ê Cotmeha 2025an de ketibû meriyetê, gule li Xan Yûnis û rojhilatê bajarê Xezzeyê reşand û başûrê Xan Yûnisê jî bi topan hedef girt.
Hikûmeta Elmanyayê ragihand ku ji ber zêdebûna êrîşên Rûsyayê yên li ser binesaziya enerjî û avê, ew ê 200 milyon euro alîkariya zivistanê ya zêde bidin Ukraynayê.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, ew ê hefteya bê di çarçoveya Lûtkeya APECê de ku wê li bajarê Shenzhenê yê Çînê were lidarxistin, bi Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtineke sêalî pêk bîne.