Berdevkê Efxenî Mucahîd: Pakistan ji bona ku ji berpirsiyariyên xwe yên di bin Peymana Mekkeyê de bireve êrîşî Efxenistanê dike
Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd, Pakistan bi wê yekê sûcdar kir ku ji bo dûrxistina balê ji pirsgirêkên navxweyî û ji berpirsiyariyên xwe yên di bin "Peymana Mekkeyê" de, êrîşan li ser Efxenistanê dike.
Mucahîd li dibistanek dînî li Qendaharê axivî û got ku Pakistan bi pirsgirêkên navxweyî yên sîyasî û aborî re rû bi rû ye û êrîşên li ser Efxenistanê bikar tîne da ku bala raya giştî ji xwepêşandan û pirsgirêkên navxweyî dûr bixe.
Mucahîd got ku Îslamabad, bi êrîşa li ser Efxenistanê, armanc dike ku ji berpirsiyariyên xwe yên ji "Peymana Ewlehiyê ya Mekkeyê" ya ku bi Erebistana Siûdî re îmze kiriye dûr bikeve û xwe wekî ku di şer de ye nîşan bide.
Mucahîd got, "Pakistan hewl dide ku bi îxlalkirina axa welatekî cîranê Îslamî balê ji ser têkçûnên xwe dûr bixe." Her wiha rexne li rewşa sîyasî ya Pakistanê kir û îddîa kir ku qada sîyasî sînordar e û azadiyên ku ji hêla qanûnên welat ve têne garantîkirin nayên destûr kirin.
Mucahîd diyar kir ku pirsgirêkên aborî yên Pakistanê jî pir zêde bûne, û welat sûcdar kir ku bi tevlîbûna şerekî bi Efxenistanê re hewl dide bala raya giştî ji van pirsgirêkan dûr bixe.
Mucahîd her wiha serokatiya leşkerî ya Pakistanê bi tiştê ku wî wekî "helwestên xelet" bi nav kir, gelê Pakistanî dixe talûkeyê.
Mucahîd hişyarî da ku Emîrtîya Îslamî ew ê ji "zordariya" rejîma leşkerî ya Pakistanî re "bersiveke guncaw" bide.
Ev daxuyanî piştî êrîşên asmanî yên Pakistanê yên roja Pêncşemê li parêzgehên Qendehar, Paktiya û Xost tên, ku rayedarên Efxenî gotin ku di wan de çar sivîl hatine kuştin.
Ev êrîş sê roj piştî êrîşên li ser wîlayetên Kunar û Paktîkayê pêk hatin, ku rayedarên Efxenî ragihandin ku di wan de sê sivîl hatine kuştin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên îşxalker hebûna xwe ya leşkerî li deverên niştecihbûnê yên El Xelîlê zêde dikin. Êrîşên li ser bajêr di roja nehan de li pey hev berdewam dikin.
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, hejmara kesên ku ji ber şewba Ebolayê mirine ji 5 hezarî derbas bûye, her wiha hejmara kesên bi vîrusê ketine jî ji 10 hezarî derbas bûye.
Li gorî agahiyan, rêveberiya Emrîkayê plan dike ku zêdetirî 150 koçberên Efxenî yên li welat bi rêya Pakistanê vegerîne Efxenistanê. Di nav kesên ku tê texmînkirin werin dersînorkirin de xizmên kesên ku piştî ku Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê di sala 2021an de desthilatdarî girt destê xwe ji welat reviyane û li kêleka hêzên Amerîkî xizmet kirine hene.
Hejmara şehîdên êrîşên qirkirinê yên li ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 74 hezar û 594an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 834an. Di 24 saetên dawî de 6 şehîd û 26 birîndar anîne nexweşxaneyan.